ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-01 09:00:00     *Di dîroka civaka êzidî de çawa fermana 3’yê Tebaxê ji ber dijwarbûna xwe û bêdengiya raya giştî ya cîhanê tu carî di hafizeya Kurdistaniyan de nayê jibîrkirin, berxwedana "12 siwariyên Derwêşê Evdî" jî nayê jibîrkirin. Li Şengalê dîrok ji nû ve hat nivîsin û vê carê dîroka azadiyê hat nivîsîn.   *Sarah Glyyn a Nûnera Nobeda Mayinde ya ji bo Abdullah Ocalan da zanîn tecrîd zalimtî ye û wiha got:"Divê em bi qasî bikaribin hîn zêde tevgera xwe berfireh bikin. Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin." DÎMEN HEYE   *Li Taxa Fîskayayê ya navçeya Yenîşêhîrê ya Amedê bi ser mala Fehîme Ozen de ava qirêj diherike. Welatiya Fîskayayê Fehîme Ozen a nerazîbûna xwe nîşan da, wiha got: "Me heta niha dibe ku 100 daxwazname dan, lê tu encam jê derneket."DÎMEN HEYE