Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan bûn hevserokên DFG'ê 2023-07-31 22:24:21   AMED - Dîle Muftuoglu a ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye û Serdar Altan car din ji bo hevserokatiya DFG'ê hatin bijartin.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ku kongreya xwe ya asayî ya 2'yan li dar xist, îro hevserokên xwe bijartin. Di civîna îro de ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin, bi biryara lijneya rêveber ve Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan car din ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.