Bi êrişên li ser Şêrawayê zarokek û jinek birîndar bûn 2023-07-31 12:39:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk êrişên xwe li ser navçeya Şêrawayê zêde kirine. Di êrişê de zarokek û pîrejinek birîndar bûne.   Artêşa tirk û komên girêdayî wê gundên Kûlotiyê, Meyasê, Birc Qasê û Gundê Mezin ên Şêrawayê bi dijwarî topbaran dikin.   Di encama topbarana li ser gundê Kûlotiyê de heta niha zarokek û pîrjinek birîndar bûne.