Rûniştina kujerê Sakîne Kultur sibehê ye 2023-07-31 09:37:01     ŞIRNEX - Rûniştina doza Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ê li Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê kuştibû wê sibehê bê dîtin.    Rûniştina 4’emîn a doza Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku di 13’ê gulana 2022’yan de li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê kuşt wê sibehê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin. Di rûniştina dawî ya doza Îbrahîm bi sûcdariya “Bi awayekî biwesf amadekarî kiriye û bi îşkenceyê kuştiye” tê darizandin de biryar hatibû dayîn ku qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin.    Têkiliya kujer a bi hêzên paramîlîter û AKP'yiyan re    Derket holê ku têkiliyên kujer Îbrahîm Barkin bi hêzên paramîlîter û rayedarên AKP’ê re hene û weke li personelê qadê yê Îdareya Taybet a Şirnexê dixebite. Îbrahîm ku li bajêr wekî AKP'yî tê nasîn, di parvekirinên wî yên li ser medyaya dîjîtal de wêneyên wî yên bi Midurê Şaxa Kirariya Cerdevanan a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Albay Seydî Salman, Şaredarê Şaxê yê AKP'yî Abdûrahman Şeylan, Serokê Ocaxa Osmaniyan a Şirnexê Hakan Tatar, Midûrê Têkiliyên Civaka Sivîl a Şirnexê Mûstafa Guner û gelek AKP’iyan re hene.   Derket holê ku piştî Îbrahîm, Sakîne qetil kiribû, tacîza zayendî li jinekê kiribû û bi kuştinê gef li hevjînê jinê xwaribû.    Kujer xwe sipart îstixbaratê   Kujer Îbrahîm, îtiraf kir ku cenazeyê Sakîneyê şewitandiye û wiha got: “Ez mirovekî girêdayî dewlet û miletê xwe me, hûn dikarin vê ji Miduriyeta Polîsan a Silopiya û îstîxbaratê bipirsin. Min ji ‘rêxistina terorê re’ serî netewand û natewînim. Ji ber ku her tim gef li min tên xwarin bi xwe re kêrê digerînim.”   Îbrahîm, di parastina xwe ya têkildarî pereyên di hesaba wî ya bankeyê de hatine razandin jî wiha got: “Peywira me ew bû ku ji malbat û zarokên şehîdan re alîkariya xurek û cilan bikin. Di heman demê de em piştgiriya zarokên ku ketina nava tiryakê dikin.”