Platforma Ked û Demokrasiyê li dijî talana xwezayê daxuyanî da 2023-07-30 20:38:06   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê , li Parka Roboskiyê  li dijî qirkirin û talankirina Cûdî û Akbelenê daxuyanî da. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê, Elîf Turan: “Pêwîste ku ev qirkirina ekolojiyê bê rawestandin.”   Li dijî qirkirin û talankirina xwezayê li Parka Roboskiyê daxuyanî pêk hat. Parêzvanên Ji Bo Azadiyê ( OHD), Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Komeleya Jinan a Roza,Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê (SES), Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwedeyê(Egitim Sen), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê( DÎSK), Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), Partiya Sosyalîstên Bindest û Partiya Çep a Kesk tevli daxuyaniyê bûn.     Beriya daxuyaniyê Seroka Odeya Bijîşkên Amedê( DTO) Elîf Turan wiha axivî: “Ji bo santralên termîk li daristanên Muglayê ya Akbelenê de dar tên jê kirin û şewitandin. Gelên ku li hemberî vê qirkirinê bertek nîşan dîde,bi îşkenceyan  tên binçavkirin. Li Cûdiyê jî heman tiştê dikin û nahêlin gel bertekên xwe nîşan bidin.  Xweza tê talankirin û qirkirin. Em jî wek Platforma Ked û Demokrasiya Amedê dixwazin bertekê xwe li dijî qirkirin û talankirinê bidin. Pêwîste ku ev qirkirina ekolojiyê bê rawestandin.”   Daxuyaniyê  berdevka Platforma Ked û Demokrasiyê Nujiyan Yildirim xwend.   ‘Berpirsiyar tu mudaxaleyê nakin’   Berdevka Platforma Ked û Demokrasiyê Nûjiyan Yildirim anî ziman ku li Çiyayê Cudiyê û navçeya Liceyê de, di demên cuda de şewat derket û berpirsiyaran jî ji bo temirandina şewatê tu gav navêtin. Nujiyan Yildirim wiha berdewam kir: “ Qirkirina Daristana Akbelena li Muglayê û li hemberî qirkirinê jî têkoşîna gundî û parêzvanên jiyanê didome. Di heman demê de jî li devera Şirnexê ya Cudiyê de ji ber  şewitandinên daristana candarên li deverê tên tunekirin. Ji aliyê berpirsiyaran  ji bo sekinandina şewatan tu mudaxale nayê kirin û welatiyên ku dixwazin mudaxale bikin jî tên astengkirin. Jingeha mirovan tê tunekirin. Hemû zindiyên li daristanan dijîn ji ber wan şewatê tune dibin. “   ‘Daristan perçeyek ji xwezayê ye’   Nujiyanê diyar kir ku daristan parçeyek ji xwezayê ye û ji ber vê yekê jî divê şewatên daristanan demildest bên sekinandin. Nujiyanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daristanên li bakura Tirkiyeyê ji bo rantê tên talankirin û li Şirnexê jî bi polîtîkayên  “ewlehiyê” tên tunekirin. Ligel dakeqanûnê desthilatdarî ev bi salane cihên ku kesk dibîne bi armanceke hişkkirin û tunekirinê verdigerîne betonan. Dewleta ku li hemberî têkoşîna ku li Daristana Akbelenê de tê meşandin de disekine, sûcê xwezayê dike.”   ‘Bila gumanbar bên darizandin’   Di dawiya daxuyaniyê de Nujiyanê destnîşan kir ku şewatên ku li Cudiyê didomin hemû zindiyan tune dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xweza ne cihe rantê ye, pêwîste ku teqez ev hişmendiya talankirinê  bê vergerandin û  ji bo şewatên daristanan plansazî bê avakirin. Pêwîste ku gumanbarên şewata daristanan bên darizandin û daristanên ku hatine şewitandin dîsa vegûherînin avahiya xwezaya xwe.”