MYK'yên HDP û Partiya Çep a Kesk sibê dicivin 2023-07-30 17:37:16   ENQERE - MYK’yên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk ji bo nexşe rêya serdema pêşiya me diyar bikin dê sibê bicivin.    Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk dê bi rojevên girîng sibê bicivin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin serokatiya civîna ku dê li Navenda Giştî ya HDP’ê bê lidarxistin bikin. Di civîna ku tê plankirin saet 11.00’an de dest pê bike dê pêşniyarên di civînên gel de hatine kirin bên nirxandin û têkildarî serdema nû nîqaş dê bên kirin. Her wiha dê plansaziya komxebat û konferansan bê rojevê.    Xaleke din a rojevê ya girîng a civînê wê were nirxandin ku HDP a di bin gefa girtinê de ye, bi pêvajoya kongreyê re wê bi temamî qadê ji Partiya Çep a Kesk re bihêle yan na.Hate hînbûn ku di vê çarçoveyê de ji vebijêrkekê zêdetir li ser maseyê ne. Tê diyarkirin ku vebijêrka herî xurt ew e ku hebûna HDP’ê were domandin û bi Partiya Çep a Kesk re hemû xebatên aktîf werin domandin.   Di civînê de dê destpêkirina Partiya Çep a Kesk a amadekariyên bi rêveberiyeke nû re bike, bikeve rojevê. Tê payîn ku kongre di meha Îlonê de were lidarxistin û di kongreyê de navê Partiya Çep a Kesk bê guhertin.