Kovara Jin bi berga 'Şoreşa bi koka xwe re hat gel hevdu: Rojava' derket 2023-07-30 12:01:03     STENBOL - Hejmara 22'yan a Kovara Jin derket. Di vê hejmarê de Şoreşa Rojava bû mijara bergê.    Hejmara 22'yan a Kovara Jin a her rojên yekşemê derdikeve vê carê bi berga "Şoreşa bi koka xwe re hat gel hevdu: Rojava" derket. Di kovarê de jinan cih dan Şoreşa Rojava ya ket sala 11'an.    Sernavên di kovarê de cih digirin wiha ne:   *Şoreşa bi koka xwe re hat gel hevdu: Rojava / Emma Rengîn   *Ji girtinê ber bi azadiyê ve 'Gurzek Por' / Figen Yuksekdag   *Exlaqîbûn bûyereke çandê ya civakî ye / Saliha Ayata   *Tecawizkar, îstismarkar, kujerên jinan careke din bera kuçeyan didin / Oya Açan   *Mêtingeriya li ser zarokan a di xêzefîlman de: Lingên Heidiyê / Esma Kaya Ceylan