Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo Abdullah Ocalan bang kir 2023-07-30 09:20:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya Kînana El Ebdo anî ziman ku ew ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî çalakiyan zêde bikin.   Dewleta tirk tecrîdeke giran li dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ferz kiriye û ev zêdetirî 29 mehan e nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin. Herî dawî nameyên gefxwarinê jî dane wî. Li hemberî van kirinan bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên Kurdistanê zêde dibin.   Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a ANHA'yê Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Kînana El Ebdo tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir. Kînana têkildarî nameyên gefxwarinê yên dewleta tirk û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê dane Abdullah Ocalan got, "Ev gefxwarin lawazbûn û tirsa dewleta tirk a dagirker li hember Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide."   Kînana El Ebdo bal kişand ser berxwedana Abdullah Ocalan a li hemberî siyasetên dewleta tirk û wiha domand: "Em dizanin Rêber Abdullah Ocalan guh nade van siyasetan, ji ber ku xwedî nêrîneke berfireh e. Ev name bandorê lê nakin.”   Girêdayî çalakiyên Kombûna Jinan a Zenûbya yên li dijî tecrîdê, Kînana destnîşan kir ku ew ê bi rê û rêbazên cuda asta têkoşînê xurt bikin û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî li dar bixin, daxuyaniyan bidin û bi rêya civînên çapemeniyê banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikin. Kînana got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, em ê dengê xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bilind bikin."   Kînana bang li tevahî jinan kir ku li hemberî sûcên dewleta tirk dakevin qadan, têkoşînê xurt bikin, zextê li dewleta tirk bikin heta ku tecrîdê bi dawî bike û  Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.