Li Dusseldorfê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan 2023-07-29 20:11:30   DUSSELDORF- Bi sedan kesên ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd li hev civiyan, ji bo şikandina tecrîdê banga têkoşînê  kirin.   Li bajarê Dusseldorf a Almanyayê ciwanan li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN), bi dirûşma ‘Pergala Îmraliyê bişkînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin’ li hev civiyan. Kurdistaniyên li bajarên derdorê jî piştgirî dan ciwanan.   Girseya ku li ber DGB Hausê li hev civiyan. Piştre ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankart û dowîzên wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadiya Rêber Apo azadiy am ye” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin.   Di rê de daxuyaniya bi zimanê Almanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de CPT ku li hemberî tecrîda Îmraliyê bêdeng e, hat şermezarkirin û hat xwestin ku dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “CPT çima piştî serdana Îmraliyê xwe weke ku ji rewşa girtiyên Îmraliyê agahdar bûye nîşan da? Ev nêzîkatî careke din nîşan dide ku hemû dewlet ji bo pêşîgirtina şoreşa ku Kurdistan û Rêber Apo daye destpêkirin, çawa bi hev re tevdigerin. Em gelê Kurd li ser bûyerê raporeke fermî dixwazin. CPT neçar e ku têkîldarî vê serdanê daxuyaniyek bide.”   Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest were rakirin. Çalakî, li ber stasyona trenê ya navendî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşîna çalak hat kirin.