Li Akbelenê ji kesên hatibûn binçavkirin 17 kes hatin berdan 2023-07-29 19:03:24   MUGLA- Di berxwedana Akbelenê de di êrîşa polîs û cendermeyan 24 kes hatibûn binçavkirin û ji van 17 heb hatin berdan.   Daristanên Akbelen ji aliyê Şîrketa Elektîrîkê ya Yenîkoy Kemerkoy a aydê Lîmak Holdîngê bi armanca karê bi destura Wezareta Daristan û Çandiniyê ve hat birîn. Çalakgerên li dijî vê berxwedan di saetên sibehê de hatin dorpêçkirin.  Polîs û cendermayan 16 kes binçavkirin. Piştî nîvro 4 kesên din binçavkirin.   Ji 20 kesî 16 heb piştî kontrolên tenduristiyê hatin berdan. Der barê Denîz Gumuşel yê ji Koalîsyona Edeletê ya Avhewayê de biryara binçavkirinê hat derxistin.   Piştî nîvro 4 kes hatin binçavkirin Haluk Ozsoy yê di nav çar kesan de bû hat berdan.    Niha 7 parêzvanên mafê jiyanê di bin çavan de ne.Berxwedana li dijî birîna daran didome.