Li Efrînê 2 xwişk hatin revandin 2023-07-29 14:37:28   NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT'a dewleta tirk li navçeya Şera ya Efrînê 2 xwişk revandin.   Li gorî malpera Efrînnews 24, MÎT'ê du xwişk li gundê Elkê yê navçeya Şerayê revandin.   Navên her du xwişkên hatine revandin wiha ne; Hêvîn Yûsif Cuma (16) û Meryem Yûsif Cuma (24)   Hate zanîn ku sedema revandina her du xwişkan û aqûbeta wan ne diyar in.