Bi êrişa dewleta tirk a li ser rêya Til Marûfê jinek hat qetilkirin 2023-07-29 14:34:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta tirk a li ser rêya bajarokê Til Marûf ê Qamişloyê de welatiya bi navê Weed El Xelûf (25) jiyana xwe ji dest daye.    Dewleta tirk di 27’ê Tîrmehê de 2 erebe li ser rêya bajarokê Til Marûf ê kantona Qamişloyê bombebaran kiribûn.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê têkildarî êrişê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Dewleta Tirk a dagirker operasyonên qirkirinê li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di 27’ê Tîrmehê de jî li ser rêya bajarokê Til Marûfê 2 erebe bi balafirên bêmirov ên biçek bombebaran kirin.”   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê êriş şermezar kir û ragihand ku di êrişê de welatiya bi navê Weed Elî El Xelûf jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyê, Weed ji gundê Simêhan ê navçeya Til Birakê ye û sala 1998’an ji dayik bûye.