Li Îranê qanûneke nû ya mahremiyeta jinan binpê dike 2023-07-29 13:52:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê qanûneke nû ya bi navê “Parastina malbatê bi rêya xurtkirina çanda îffet û hîcabê” zexta li ser jinan zêdetir dike û mahremiyeta jinan binpê dike.   Li gorî malpera Iran International pêşnûmeqanûna nû ku bi navê “Qanûna Hîcab û Îffetê” ji bo “parastina malbatê bi rêya xurtkirina çanda îffet û hîcabê” tê amadekirin.   Tê destnîşankirin ku pêşnûmeya nû ji 70 madeyan pêk tê, ev made di komîteya qanûnî û dadgerî ya parlamentoya Îranê de tên nîqaşkirin. Li gorî pêşnûmeyê, cezayên ji bo “derbaskirin an binpêkirinê” zêdetir dibin û mahremiyeta welatiyan ji her demê zêdetir tê binpêkirin.   Qanûna nû erkên wezaretên cuda mîna Wezareta Perwerdeyê, Xwendina Bilind, Îstixbarat, Pîşesazî û Bazirganî, Aborî, Peywendî û wezaretên din diyar dike. Di benda 5`an a qanûnê de cezayên ji bo kesên van qanûnan pêk neyin jî hatine diyarkirin.   Di pêşnûmeyê de bang li Wezaretên Perwerde, Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê tê kirin ku “lîsteyên edebê û pîvan û perspektîfên ji bo cureyê cilan ji bo mamoste, rêveber û xwendekaran” amade bikin.   Her wiha tê de tê diyarkirin ku divê rêbaza “Ji bo piştevaniya jiyana îslamî ya malbatê û çanda îffet û hîcabê” di dersên hemû qonaxên xwendinê de werin diyarkirin û tê destnîşankirin ku divê zanîngehên ku tenê jin tê de ne, bên vekirin.   Li gorî pêşnûmeyê, divê Wezareta Tenduristiyê jî sîstema bingehîn a taybet jî cilên mamoste, xwendekar û karmendên jin û mêr jî diyar bikin û nexweş û kesên bi wan re jî bi van perspektîfan agahdar bikin.   Ji bo Wezareta Aborî û Darayî jî divê “lixwekirina cilên ne ji rêzê, peyker, pêlîstok, tablo û hemû berhemên ku propagandaya tazîbûn, bêîffetiyê û eşkerekirina hîcabê dikin, qedexe bikin”.   (c)