Ji bo Dayikên Şemiyê daxuyanî hatin dayin 2023-07-29 13:34:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD'ê yên Dêrsim, Wan û Mêrdînê ji bo Dayikên Şemiyê û xizmên windayan daxuyanî dan û gotin, "Ji bo  dorpêça li Galatasarayê bê rakirin, windayên me bên dîtin, kujerên wan bên darizandin û li dijî bê edaletiyê em ê dengê xwe bilind bikin."   Li ser daxwazên Dayikên Şemiyê û xizmên windayan, şax Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  ya Mêrdînê li ber avahiya ÎHD’ê ya Mêrdînê daxuyaniyek da çapemeniyê û xwest ku winda bên dîtin û kiryar bên darizandin. Tevî endam û rêveberên ÎHD'ê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Merdînê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin de, Sekreterê şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Azîz Turk metna daxuyaniyê xwend.   'Rejîma Serokkomariyê Qada Galatasarayê girtiye'   Azîz diyar kir ku Dayikên Şemiyê ji 27'ê Gulana 1995'an û vir ve li Qada Galatasarayê daxwazên xwe yên ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin dipirsin û dixwazin ku kiryarên wan bên aşkerakirin û ji bo vê dest ji çalakiya xwe bernadin. Azîz got, "Lê ev 4 sal in ku Qada Galatasarayê bi bi TOMA'yan , polîsan û bi betonê hatine dorpêçkirin.  Rejîma Serokomariyê bi dagirkirina Qada Galatasarayê ku xizmên windayan dengê xwe lê bilind dikir û daxwaza edalet û hiqûqê dikirin, bersiv da daxwazan. Her hefte roja Şemiyê di çalakiyê de  dayik, gel û xizmên windayan tên binçavkirin. Me ji destpêkê ve digot ev qedexe li dijî hiqûqa gerdûnî, Destûra Bingehîn û qanûnê ye, kêfî ye û mafên mirovan binpê dike.”   'Heta dorpêçiya li ser Qada Galatasarayê bi dawî bibe em ê têbikoşin'   Azîz biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a der barê binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan de bi bîr xist û bal kişand ser vê yekê ku tevî biryarê jî zilma li ser mirovên Şemiyê û xizmên windayan didome. Azîz got, “Qada Galatasarayê bi israr tê dorpêçkirin, yên dixwazin daxwazên xwe bînin ziman tên binçavkirin. Wek şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê; Em dixwazin bidin zanîn ku bi pêkanîna biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re qedexeya li Qada Galatasarayê ya ku cihê hevdîtina Xizmên Windayan e û daxwazên  xwe lê diqîrin qebûl nakin. Ji bo rakirina dorpêça li ser Qada Galatasarayê, dîtina windayên xwe û cezakirina kiryaran em ê li dijî neheqiya heyî dengê xwe bilind bikin. Di têkoşîna Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê û Xizmên Windayan de em ê li cem wan bin û heta dorpêça li Qada Galatasarayê bi dawî bibe em ê têbikoşin.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   Wan   Li Wanê jî di daxuyaniya ku li ber avahiya ÎHD'ê hat dayîn de, nûnerên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Platforma Şaxên Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê tevli bûn. Daxuyaniyê de pankarta bi dirûşma "Mirovên Şemiyê ne bi tenê ne" hat vekriin û li ser navê komeleyê ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Parêzer Nejdet Ceyhan ve daxuyanî hat xwendin.   'Li welat mafên neteweyî û navneteweyî sûc e'   Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser gotina "Em ne dest ji windahiyên xwe bernedin, ne jî ji Galatasarayê ku cihê hevdîtina bi windayên me re ye berdin" û wiha hat gotin,"Azadiya kombûnê yek ji pîvanên bingehîn ên civaka demokratîk, mafê îfadeyê ye.  Mafê çalakiyê ku bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî di nava wan de ye û Destûra Bingehîn jî tê garantîkirin, li welatê me weke sûc tê dîtin."    'Hûn ê nikaribin pêşiya berxwedana me bigirin!'   Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Di 957'emîn  a açaçakiya xwe de em careke din diyar dikin ku pêkanînên pêşîlêgirtin û binçavkirinê yên hem li Qeymeqamiya Beyoglûyê û hem jî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li dijî destûrê ne û sûc in. Rayedarên cemaweriyê sûcên xwe didomînin. Bê şik rayedarên dewletê cesareta israra di sûc û binpêkirinê de ji Wezîrê Karên Hundir digirin. Çavkaniya sereke yên vê astengiya tund a li dijî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî, îradeya siyasî bi xwe ye ku dixwaze lêgerîna me ya edaletê ya 28 salan têk bibe. Heta ku em xizmên xwe gor nekin û goreke wan nebe wê têkoşîna me bidomîne."   Dêrsîm   Daxuyaniya ku Şaxa ÎHD’a Dêrsimê xwest li Qada Seyît Riza bê kirin careke din hate astengkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirina polîsan dan wiha gotin: “Kesên Qada Galatasarayê digirin, dixwazin Qada Seyît Riza jî bigirin” û dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin. Polîsan destûr neda daxuayanî bê dayîn û Hevserokên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Songul Gulbahar û Gurbuz Solmaz, Serokê EMEP’ê yê Dêrsimê, Nûçegihanê Gazete Patîka Hidir Yildiz, Erhan Çita, Yaşar Sezgîn, Cevahîr Findik û rêveberê HDP’ê Erdal Çelîk bi ledanê binçav kirin.    Kesên hatin binçavkirin birin miduriyeta polîsan.    Li gelek bajaran daxuyanî   Li Edene û Wanê Şaxên ÎHD’ê, li Mêrsînê Şaxên ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Koma Parêzerên Demokrat ên Mêrsînê (DAG) bi daxuyaniyên an piştgiriya Dayikên Şemiyê kirin.