Di hefteya 755'emîn de li aqubata Cavît Ozalp hat pirsîn 2023-07-29 12:29:43   AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 755’emîn de li aqûbeta Cavît Ozalp ê ku hat qetilkirin, pirsîn.   Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 753’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê, Endamê meclîsa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê  (KESK) Yilmaz Guneş, tev li çalakiyê bûn û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hildan. Vê hefteyê li faîlên Cavît Ozalp qetil kirin, pirsîn.   Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Amedê Jiyan Ormanli serpêhatiya windakirin û qetilkirina Cavît Ozalp xwend.   'Di qereqolê de bi îşkenceyek mezin rû bi rû dimîne'   Jiyan anî ziman ku Cavît Ozalp ê ku li Amedê, di 24’ê tebaxa 1995’an de dema ku li ber dikana Akyil Otomotîvê rûdinê kesekê sivîl nêzî wî dibe û nasnameya wî jê dixwaze. Jiyan destnîşan kir ku ew kes piştî ku nasnameyê kontrol dike Cavît binçav dike û bi wesayîteka sor  wî dibe Qereqola Cendirmeyan a Bismilê û li qereqolê gelek îşkence li Cavît tê kirin. Jiyan wiha dirêjî da axaftina xwe: "3 roj beriya ku Cavit bê binçavkirin kurê wî Hecî Ozalp jî li Stasyona Trenê ya Bismilê tê binçavkirin û wî dibin Qereqola Cendirmeyan a Bismilê. Di dema binçavkirinê de pirsa bavê wî jê dikin û ji Hecî dixwazin der barê bavê xwe de agahiyê bide. Cavît dema ku di binçavan de ye kurê xwe Hacî dibîne û fêm dike ku kurê wî 3 roj berê hatiye binçavkirin. Hacî Ozalp di 26’ê tebaxa 1995’an de tê berdan. Di heman rojê de cendirme cenazeyê Cavît dikin du telîsan û radestî keyayê gundê Kamberliyê dikin. Leşker ji keya re dibêjin ku Cavît dema cih nîşanî wan daye pêl mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî gotinên gundiyan ji xeynî pîyekî tu ezayên cenaze nemabûne. Hemû ezayên cenaze hatibûne perçekirin. "   'Teklîfa sixurtiyê lê tê kirin'   Jiyan da zanîn ku malbata Cavît dibêje ku berî bûyerê 3 mehan Qereqola Cendirmeyan a Bismilê Cavît vedixwîne qereqolê, sîxurtiyê lê ferz dikin û Cavît teklîfê red dike. Jiyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Malbata Ozalp, piştî bûyerê serî li hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî didin. Ji ber ku encamekê nagire, malbat serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dide. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji ber ku 'mafê jiyanê' hatiye binpêkirin Tirkiyeyê mehkûm dike."   Piştî daxuyaniyê ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.