ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-29 09:00:00   *Jinên der barê qirkirina daran a li Akbelen û Cudiyê de  axivîn, diyar kirin ku tiştên li Cudî tên jiyîn zêde bertekan nabînin û gotin tiştên li Akbelen Cudî tên jiyîn ne tiştên ji hev cuda ne. DÎMEN HEYE   *Parêzera dosya komkujiya malbata Dedeogullari Ebru Akal  dosya nirxand û da zanîn ku gelek delîl nexistine dosyayê û daxwaz kirine ku gelek delîl bikevin dosyayê lê yek jî nekirinê. DÎMEN HEYE   *Jinên li Ben û Senê dijîn û bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet, diyar kirin ew tenê aramiyê dixwazin û wiha gotin: "Êdî bes e, bila destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me bikşînin." DÎMEN HEYE   *Ji Stokcholmê Doçend Lîly Katînka Svanberg, da zanîn ku ne zelal e ku bi endamtiya NATO’yê wê Siwêd çi qezenc bike û got: “Ji şer re wê hîn bêtir vekirî be. Siwêd an jî Fînlandiya nebin endamên NATO’yê wê bi êrîşên Rûsyayê re nehatiba rû hev. Lê bibe endamê NATO’yê wê ji êrîşan re vekirî be.”