Ji CÎSST’ê nêrîna ‘Sererastkirina Rejîma Înfazê’: Newekheviyê giran dike 2023-07-28 21:21:00   STENBOL- CÎSST’ê, diyar kir ku bi  ‘Sererastkirina Înfazê ya Sala 2023’ya’ girtiyên siyasî bi temamî ji derveyê çarçoveyê hatine hiştin û dîtinên xwe yên têkildarê sererastkirina rejîmeke înfazê ya li gor rûmeta mirov, pêşkêş kirin.   Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), li ser ‘Sererastkirina Înfazê ya Sala 2023’yan’ dîtina xwe bi nivîskî weşand. CÎSST’ê destnîşan kir ku divê rejîmeke înfazê ya li gor standardên mafên mirovan û li gor rûmeta mirov bê sererastkirin.   Di daxuyaniya CÎSST’ê de hat diyarkirin ku 14’ê Nîsana sala 2020’an ji ber Covîd-19’ê di çarçoveya Qanûna Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlehiyê ya bi hejmar 5275 de, girtî bi şertê serbestiya bi venihêrin bi du mehan ji girtîgehan derketine lê girtiyên siyasî ji vî mafî bêpar hatine hiştin û wiha hat gotin: “Rîskên nexweşiyê ku ji bo hemû girtiyan derbasdar bûne, hiştina girtiyên siyasî ji pêkanînê bêpar, bi boneya ku binpêkirina rêgeza wekheviyê ya makezagonê û qedexekirina cihêkariyê ye, ji aliyê CÎSST’ê û rêxistinên mafên mirovan ên têkildar ve rexne hatiye kirin.”   CÎSST’ê dîtinên xwe yên têkildarê sererastkirinê wiha rêz bi rêz kirin: “Bi vê sererastkirinê, bi awayê tevdîra serbestiya bi venihêrîn a efûya veşarî û taybet rê li ber pêkanînê hatiye vekirin. Gotina ‘Dadgerê înfazê dikare biryarê bide’ dûrê teqeziyê ye, bi hiştina ji êrekirin û nakirin dadgeriya înfazê rewşeke dûrê diyarbûna hiqûqî çê dibe.   *Hikumxwariyên di girtîgehên vekirî de, bi şertê ku herî kêm bi sê mehan di girtîgehên vekirî de mabin, di bin tevdîra serbestiya bi venihêrin de mirov dikare bike ku sê salan zû ji pêkanînê siûdê werbigirin.    *Guhertinên li dijî rêgeza wekheviyê hatine kirin, bi curên sûcan ên diyar, girtiyên siyasî derveyê çarçoveyê hatine hiştin, şertê pêşîn ê wergirtina siûdê ji mafê serbestiya bi venihêrîn, sûcê ku kiriye hatiye danîn. Sererastkirina înfazê ya nû li dijî heqî û hiqûqê ye.”   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi xala 10’emîn a demkî ku bi komeqanûna dawîn a bi hejmar 7456 li Qanûna Têkildarê Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya bi Hejmar 5275 hatiye zêdekirin; cihêkarî di nav sûcan de hatiye kirin û bi taybetî girtiyên siyasî ji çarçoveyê bêpar hatine hiştin. Bi ya me, divê li gor rêgeza wekheviyê û qedexekirina cihêkariyê ku di makezagon û peymanên navneteweyî de hatine sererastkirin, sererastkirineke rejîma înfazê ya li gor standardên mafên mirovan û li gor rûmeta mirovahiyê bê kirin.”