Ji bo Akbelenê daxwaza ‘rawestandina biryarê’ hat redkirin 2023-07-28 20:56:43   MUGLA -Daxwaza ji bo rawestandina Daristanên Akbelenê ji aliyê Yekemîn Dadgehê Îdarî ya Muglayê ve hat redkirin.    Daristanên Akbelen ji aliyê Şîrketa Elektîrîkê ya Yenîkoy Kemerkoy a aydê Lîmak Holdîngê bi armanca karê bi destura Wezareta Daristan û Çandiniyê ve hat birîn. Li dijî vê parêzvanên mafê jiyanê ji bo rawestandina biryara birÎndara daran  serlêdan kiribûn lê ji aliyê Yekemîn Dadgeha Îdarî ve hat redkirin.     Dadgehê cara sêyemîn daxwaza rawestandina biryarê red kir. Der barê biryarê de mafê îtîrazê heye ku serî li Dadgeha Edliya Herêmî ya Îzmîrê bê dayîn.