Li Nisêbînê jina hatibû binçavkirin hat berdan 2023-07-28 19:15:37   MÊRDÎN- Li Nisêbînê hevseroka berê ya DBP’ê Berîda Adiguzel piştî îfadeya dozgeriyê bi şerta kontrola edlî hat berdan.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li taxa Yenîturan hevsreoka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bedîa Adiguzel, piştî ku jinek PKK’î di 25’ê Tîrmehê de li ser xwe bombe teqand, li mala xwe hat binçavkirin.   Duh li TEM a Mêrdînê îfadeya Bedîayê hat girtin û îro bi sûcdariya endamtiya rêxistinê sewqî dozgeriyê hat kirin. Bedîayê sûcdariyên hatin kirin red kir û piştî îfada dozgeriyê bi şerta kontrola edlî hat berdan.    Hevseroka DBP’a Nisêbînê Remziye Bayhan û hevjînê wê Mehmet Baydan jî îro piştÎ îfadeya li emniyetê pêvajoya binçavkirina wan 12 saetan hat dirêjkirin û wê sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.