Raporên girtîgehên Wan û Xelatê hatin aşkerakirin 2023-07-28 15:11:32     WAN - Baroya Wanê, OHD, ÎHD û TUHAY-DER, têkildarê binpêkirina mafan ên li girtîgehên Wan û Xelatê raporek amade kir û bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş û bang li Wezîrê Dadê hat kirin ku astengiyên pêşiya tedawiya girtiyên nexweş bê rakirin.   Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Baroya Wanê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), rapora binpêkirina mafên girtiyan ên li Wan û Xelatê tên jiyîn aşkera kir.    Daxuyanî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn û ji hêla rêveberê OHD’ê ya Wanê Savaş Avci ve hat xwendin.   Savaş, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser serlêdanên ku hatine kirin: "Di dîrokên cuda serlêdan hatin kirin. Her wiha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Wanê, Girtîgeha Tîpa T ya Wanê, Girtîgeha Tîpa A ya Ercîşê û Girtîgeha Tîpa T ya Xelatê bi girtiyan re hevdîtin pêk hatin."   Savaş, diyar kir ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Wanê girtî bi tundiya derûnî re rûbirû dimînin û got: "Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve pêkanînên cuda hene. Girtî dema bi erkedarên parastina înfazê re sohbetê dikin derbarê wan de lêpirsîn tê destpêkirin. Heftê carekî an jî an jî du caran bi ser qawişê de tê girtin û alavên wan tên belavkirin. Di dema lêgerînê de dest datînin ser pirtûkên ku ji aliyê girtîgehê ve hatine dayîn."    Rewşa girtiyên nexweş   Savaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha pêde çû: " Li dijî girtiyên nexweş berpirsyariya xwe bi cih naynin. Girtiyên nexweş ên ku diranê wan diêşê ne dibin revîrê û ne jî dibin nexweşxaneyê. Di heman demê de dema mûayeneyê de kelepçe li girtiyan tê ferzkirin. Li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Wanê, gardiyanên girtîgehê bi awayekî nebaş û zextên derûniyê li girtiyan dikin. Telefonan digirin, nîvê şevê hesinên kaloriferan dixin, fîkê dixin, bi dengekî bilind diaxivîn û bi dengekî bilind distirên. Lêgerîna tazî û lêgerîna dev a ketin û derketina girtîgehê pêk tînin. Di serdegirtina odeyan de alavên girtiyan tên belavkirin. Piştî 3 hefte şûnde daxwazên girtiyên nexweş ên nexweşxaneyê tên qebûlkirin. Sewkirina nexweşxaneyan gelek caran demek dirêj digire. Dema sewk tê kirin jî mûayeneya kelepçeyê tê ferzkirin. Di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê de jî di dema sirgûn û sewqan de gelek caran girtî bi lêgerînên tazî re rû bi rû dimînin. Di dema serdegirtinên odeyên girtiyan de bi hinceta alavên wan zêde de dest tê danîn.”   ‘Mudaxaleya lezgîn ji bo girtiyên nexweş nayê kirin'   Savaş, diyar kir ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Xelatê de jî girtî bi heman pêkanînan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Girtiyên ku rewşa wan giran e û divê lezgîn mudaxele bê kirin lê bi hefteyan û carna jî bi mehan mudaxale nayê kirin. Girtiyê nexweş Fîkrî Tugluk ê ku 27 sal in girtî ye, teşhîsa losemiyê hatiye danîn û ji ber nayê tedawîkirin nexweşiya wî giran dibe. Girtî Nazim Çaglak jî ji ber nexweşiya dil heye û di dilê wî de gelek stend hene, gurcikek wî bi emeliyatê hatiye girtin û ya din jî ji sedî 40 dixebite. Di heman demê de ji ber fitiqê dema dimeşê zehmetiyan dikişîne.”   'Pirtûk û nameyên kurdî nayên dayîn'   Savaş, da zanîn ku di Girtîgeha Girtî Tîpa A ya Ercîşê de jî ji pêvajoya pandemiyê vir ve girtî nikarin çalakiyên xwe yên civakî pêk bînin û tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de ava girtîgehê nayê vexwarin û bi derfetên xwe avê dikirin. Weşanên kurdî, weşanên mûhalîf yên tv, radyo û rojname hatine qedexekirin. Di girtîgehê de ji bo pirtûkan sînora 7-10 pirtûk hatiye danîn. Name û kargoyên wan di wextê de nayê dayîn. Nameyên wan 2-3 mehan şûnde digihije destên wan. Nameyên kurdî jî qet nayê dayîn.”   Savaş, encama çavderî û tespîtan wiha aşkere kir:   “* Girtîgeha Tîpa T ya Ercîşê ji ber rutûbetê girtî nikarin bimînin û divê ev girtîgeh bê girtin.     * Divê dawî li îşkenceyê bînin. Divê girtî ji mafê tedawîbûnê, azadiyê, ewlehiyê û agahîgirtinê sûdê bigire.    * Divê mafê wan ên çalakiyên civakî bên pêkanîn û ev yek mafê girtiyan e.   * Her wiha divê kovar, rojname, name û tv demildest bidin girtiyan.   * Her wiha girtiyên nexweş ên giran divê di nexweşxaneyê de bên tedawîkirin û astengiyên pêşiya tedawiyê bê rakirin. Wezîrê Dadê divê berpirsyariya xwe  pêk bîne."