ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-28 09:00:00     * "Li gorî Abdullah Ocalan jî ‘Azadî armanca gerdûnî ye’. Abdullah Ocalan diyar dike ku azadî tenê bi mirov û civakê bê sînorkirin wê qels bimîne. Abdullah Ocalan diyar dike ku xwe pêkanîna civakê bi azadiyê pêkan e û azadî herî zêde jî divê bi têkiliya civakî bê destgirtin." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Ji ber redkîrîna aşiyê nexweşî zêde dibin û di demên dawî de malbat girtina xwîna paniyê red dikin. Sekretera Baskê Hekîmtiya Malbatê ya TTB’ê Dr. Sîbel Uyan, diyar kir ku  yek ji sedemên vê ev e ku desthilatdarî ji bo kêfxweşiya cemaet û tarîkatan polîtîkayên tenduristiyê pêş dixwe û li bernameyên xwe xwedî dernayê.    * Hevseroka TUHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li hemû qadên jiyanê dike û got bi taybetî jî di girtîgehan de binpêkirinên mafan zêde tên jiyîn. Edîbe, destnîşan kir ku Tirkiye sûcê mirovahiyê dike û bi lêv kir ku CPT peywira xwe bi cih nayîne û di bin siya Tirkiyeyê de ye. BI DÎMEN    *Pîrebokên Kampusê di çarçoveya kampanya bi navê ‘em ê biguherin’ bi şanoya kolanê re hewl didin li gelek bajarî xwe bigihînin jinan û wiha vegot: “Em neviyên pîrebokên ku we nikaribû dawî li wan bînin. Bi hêza ku me ji wan girtiye em li vir in. Ji bo ku ji nekjî bê hêvî nemîne em dibêjin ku hêza me ya em biguherînin heye.” DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Nazli Buket Yazici da zanîn ku di çarçoveya 100’emîn salvegera Lozanê de di 30’ê Tîrmehê de wê bi sernavê ‘Di sedsalê de Lozan: Muhasebe û Derfet’ panelk pêk bê û got ji bo hemû gel xwe îfade bikin divê tevli panelê bibin. DÎMEN HEYE   * “Duh Lozan îro Astana! Helbestkarê Fransî gotiye birînên min beriya ez bêm dinê hebûn, ji bo wan di bedena xwe de bihewînim hatime dinê. Ev gotin wekê ji me Kurdan re hatiye gotinê. 100 sal, li ser ziman jî ne hêsane!” JI PÊNÛSA JINÊ