Komîteya Jinan a PYD’ê: Bila cezayê giran kujerên Rewaa bên birin 2023-07-27 21:28:01   QAMIŞLO- Komîteya Jinan a Nivîsgeha PYD’ê ya navçeya Til Koçerê qetilkirina jina ciwan a bi navê Rewaa şermezar kir û banga hesabpirsînê li sûcdaran kir.   Komîteya Jinan a Nivîsgeha PY’ê ya navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo, têkildarî  qetilkirina Rewaa El Uweyd ya ji aliyê birayên wê ve hat qetilkirin daxuyaniyek da.    Endama Rêveberiya Komîteya Jinan Mizeyen Elî li pêşiya navenda nivîsgehê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de komîteyê kuştina jina ciwan bi destê birayên wê bi hiceta namûsê şermezar kir û got: “Tevî têkoşîna demdirêj a ji bo guhertina van têgehên paşevrû, lê dîsa jî jin bi hiceta namûsê tên kuştin.” Komîteyê bang kir ku cezayê herî giran li sûcdaran bê birîn.