Jinên KESK’ê: Maseya jinan tune dihesibîne, ji bo me tune 2023-07-27 09:02:57   Nûjîn Nazlican Yildiz   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku divê di hevdîtinên TÎS’ê yên di meha Tebaxê de wê pêk bên daxwazên jinan li ser masyê hebin û gotin Memur-Sen û Kamu Sen jinan tune dihesibînin. Jinan gotin heta daxwazên wan neyên cih wê têbikoşin.   Jinan diyar kirin ku ji bo daxwazên jinan di hevdîtinên 7’emîn Peymana Kar a Komî (TÎS) de cih bigirin têdikoşin û gotin di 6 hevdîtinên berê de di mekanîzmayên biryarê de tenê mêr hebûne û jin tune hatine hsibandin.Jinan gotin di qanûna hejmar 4688 de mafê grevê tune ye, nûneriya jinê tune ye, îradeya kedkarên cemawerî  nayê nîşadan û gotin maseyek wisa ji bo wan tune ye.   ‘Di qanûna 6488’an de mafê grevê tune’   Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî da zanîn ku di dema Peymana Kar a Komî ya ku ji du salan carê ji bo kedkarên cemawerî tê kirin daxwazên jinan tînin ziman û got: “Tevî bi salane em têdikoşin mafê grevê di qanûna 4688 de tune ye. Me her tim got ev qanûn me bi giştî nagire nav xwe, qanûnek wisa zêde ne bi bandor e. Divê ev qanûn bê guhertin. Sendîkayek piranî tê diyarkirin û ew sendîka li ser vê maseyê ji bo karkerên cemawerî îmzeyê davêje binê maf û daxwazan. Em ê îtîraz û têkoşîna xwe bidomînin.”   Yek ji daxwazên herî girîng: Ji bo zarokan kreşa bê pere û bi zimanê dayikê   Sekretera Hiqûqî û  û TÎS  a Navenda Giştî ya SES’ê Eylem Kaya Eroglu jî daxuyand ku bi salane hevdîtinên TÎS’ê bendewariyên wan naynin cih û wiha domand: “Pirsgirêk bi israr nayên dîtin. Her çiqas mafê malbatan hebe jî jin 7-24 tên xebitandin û cihên ewle yên zarokên xwe dayinin tune ye. Daxwaza herî girîng kreşên bê pere û bi zimanê dayikê ne.Her wiha bi baskê kar yê xizmeta tenduristî û civakî re tundiya zayendî, psîkolojîk û îdiayên tacîzê gelek zêde ne. Der barê astengkirin tundiya li ser jinê de daxwazên me yên cidî û girîng hene. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê ev bû daxwazek ferz. Em dixwazin ev daxwaza me di bin parastina TÎS’ê de pêk bê. Divê 8’ê Adarê wek betlana fermî bê îlankirin û dîsa demên reglê de ji bo jinan destur bên dayîn. Pedên hîjyenîk bê pere bin. Ev hemû di nav daxwazên me yên TÎS’ê de cih digirin.”   Eylemê her wiha destnîşan kir ku gelek daxwazên wan hene û wiha dirêjî dayê: “Di heman demê de ji bo parastina zarokên me, der barê tenduristiya kar û ewlehiya kar de daxwazên me hene. Dema pandemiyê de kedkara tenduristiyê Fatma Akyuz ku kreş tunebû zarokên xwe bihêle û cihekî di bin parastina dewletêde ku zarokên xwe lê bihêle tunebû, du zarokên xwe da cem cîrana xwe û di şewata derketibû de her du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Em vê tu carî ji bîr nakin. Ev daxwaza me gelek girînge. Em ê her tim vê daxwaza xwe bînin ziman.”   '6 deman mêran mase danîn'   Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan jî 7’emîn hevdîtinên Peymana Kar a Komî bi bîr xist û got hevdîtin di meha tebaxê de dest pê dikin. Şukranê ev tişt bi lêv kir: “6 care mêr maseyê ava dikin. Mêr nîqaş dikin û jin li ser vê maseyê tune bûn. Wekheviya zayenda civakî hat redkirin. Maseya ku Memur-Sen û Kamu-Sen ava kiriye 6 deme jinan tune dihesibîne. Wek KESK’ê ji roja ewil de got divê daxwazên jinan cuda bên destgirtin.  Maseya ku nûneriya jinê lê tune ji bo me tune ye û hukma wê tune ye. Divê pêkanînên ku newekheviyê ji holê radikin bikevin jiyanê. Em  wek kedkarên jin yên cemwaerî li dijî van pirsgirêkan em êtêbikoşin. Em jinên KESK’ê ji paşerojê de bi hev re têkoşînê dimeşînin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”