Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin 2023-07-26 22:15:08   MÊRDÎN - Li Nisêbînê duh di serdegirtina malekê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê li navçeyê 7 kes hatin binçavkirin.    Duh li Kolana Sakarya ya Nisêbînê polîsan avêt ser malekê. Di serdegirtina ser malê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê kesek jî bi birîndarî hatiye binçavkirin.   Piştî bûyerê di avêtina se rmalan de tevî Bedîa Adiguzel ji heman malbatê Celal Ogûz û hevjîna wî Edîbe Ogûz, kurê wî Cîhan Ogûz, keça wî Halîme Ogûz hatin binçavkirin. Her wiha kesekî navê wî nehat hînkirin û Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Remziye Bayhan jî hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçavkirin birin midûriyeta polîsan a navçeyê.