Li Wanê li dijî buhabûnê kampanya 2023-07-26 16:16:35     WAN - Platforma Şaxa a KESK’a Wanê li dijî  buhabûnê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê ya Wanê (KESK), li dijî “Xizanî, buhabûn û tundiya aboriyê ya li ser gel û kedkarên cemaweriyê tê ferzkirin” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Daxuyaniya karkerên li ber Midûriyeta Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) ya Bajêr ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Karkeran li ber midûriyetê bi pankarta “Ji bo mûçeyê ku em heq dikin îmzeyekê jî tu bide” stand vekirin.   Dê 3 rojan di standê de îmze bên komkirin.