DFG’ê kongreya xwe li dar xist 2023-07-26 13:14:19     AMED - 2'yemîn Kongreya Asayî ya DFG’ê hat lidarxistin û rêveberiya nû hat diyarkirin. Di kongreyê de wiha hat gotin: "Em ê li ser şopa Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz berdewam bikin û dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin.”   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), 2’emîn kongreya xwe ya asayî li avahiya xwe ya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Kongre, ji bo şehîdên çapemeniyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de pêşiyê dîwan hat diyarkirin û dû re jî rêveberiya nû hat hilbijartin. Li dîwarên eywana ku kongre lê hat lidarxistin bi wêneyên rojnamegerên jiyana xwe ji dest dan û dowîzên li ser “Em rojnameger in”, “Rojnamegerî ne sûc e” hatin daliqandin. Rêveberên berê, endamên saziyê û gelek rojnameger tev li kongreyê bûn.    'Em ê rêxistinbûyîna xwe bidomînin'   Di destpêka kongreyê de rojnameger Kadrî Esen axivî û bi bîr xist ku sê operasyonên mezin li çapemeniya azad hatin kirin û hevserokên DFG’ê jî di nav de gelek kes hatin girtin. Kadrî, diyar kir ku hêj jî, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek hevalên wan girtîne û wiha got: “Em weke rojnamegerên ku li Kurdistanê xebatan dikin, rêxistinbûyîna xwe ya rojnamegeriyê didomînin.”   'Dê qada vala tijê bikin'   Dû re Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ku nû ji Girtîgeha Amedê derket, dest bi axaftinê kir û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke gelek giran de derbas dibin. Serdar, da zanîn ku çapemeniya azad xwedî kevneşopiyekê û gelek mînakên balkêş in. Serdar, bi lêv kir ku ew jî hewl didin ku vê kevneşopiyê berdewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê rêkê de gelek berdelên giran hatin dayîn. Hevalên niha dixebitin hemû jî şopdarên şehîdên çapemeniyê û vê kevneşopiya wê ne. Em jî hewl didin vê yekê bikin û qada ku desthilat dixwaze vala bike tije bikin.”   'Çapemeniya azad rastiyê radigihîne'   Serdar, bal kişand ser rojnamegerên ku duh ji ber “tiwîtekê” hatine binçav kirin û got ku zextên li ser çapemeniya azad berdewam dike. Serdar, diyar kir ku ev zext ji bo çewisandin û astengkirina çapemeniyê ye. Serdar, da zanîn ku çapemeniya tirk di bin kontrola desthilatê de ye û tenê çapemeniya azad rastiyê radigihîne. Serdar, bi domdarî wiha got: “Tiştê ku herî zêde zora wan diçe serînetewandina çapemeniya azad e. Em bi hêz in û her çiqas jî hevalên me, ji me kêm bibin, em ji tunebûnê xwe dîsa diafirînin.”   'Zext û grtin tu car me natirsîne'   Dû re rojnamevan Berîvan Altan peyama hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, xwend. Peyama Dîclêyê wiha ye: “DFG ku niha berdewamiya kevneşopiya çapemeniya azad e, îro ji bo lijneya giştî hatiye bahev. DFG ku ji bo rojnamegerên her car di şopa heqîqetê de ne bûye zemînek, wê hemû gavan ji bo rojnamegeran bibe qadek azad. Zext û girtîn tu car me natirsîne. Em weke şopdarên Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz dê hemû gavan nivîsîna heqîqetê berdewam bikin. Di bin banê DFG’ê de em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Ez hemû hevalên xwe silav dikim û hevalên nû tên hilbijartin jî pîroz dikim. Rêya we vekirî be.”   Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan dubare bûn hevserokên DFG'ê û Gulşen Koçûk, Bêrîvan Altan, Kadrî Esen, Serhildan Andan û Selman Çîçek ji bo rêveberiya DFG'ê hatin bijartin.