ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-26 09:00:00     * Sekretera Jinan a Şaxa SES a Anadolu Hatîce Yayla da zanîn ku jin nikarin xwe bigihîjin mafê tenduristiyê û wiha got: “Ji bo bedena jinan bin kontrolê de bigirin polîtîkayan pêk tînin. Divê aşî û testên bi pere tên kirin bên rakirin. Divê jin bibin xwedî hişmend. Ev berpisyarî jî di asta yekemîn de dikeve ser milê rêxistinên jinan û sendîkayan.” BI DÎMEN    *Welatiyên Amedê yên ku di bin bandora buhabûna bi dawî dimînin bertek nîşanî sîstema yekparêz dan û gotin:"Berpirsiyarê her tiştî Erdogan e. Ji ber bi desthilatdariyê welat bi rê ve dibe. Berpirsiyarê qeyranê rejîma yekparêz e." BI DÎMEN    *  Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Nagehan Avçil, anî ziman ku li Girava Îmraliyê ji ber "cezayên dîsîplînê" yên sîstematîk 29 meh in tecrîdek heye û got: "Me dît ku piştî hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re gelek tişt ber bi çareseriyê ve çûn. Ji ber vê yekê jî ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin."  BI DÎMEN