Rojnameger Firat Can Aslan hat girtin 2023-07-25 18:08:17   AMED – Nûçegihanê ajansa nûçeyan  MA'yê Firat Can Arslan hat girtin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û edîtora T24'ê Sîbel Yukler ku îro çaçroveya lêpirsîneke serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin girtin.   Firat Can bi daxwaza girtin û Delal û Sîbel jî  bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.   Arslan bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dadgehê bû. Dadgeriyê der barê Firat de biryara girtinê da.