Li Colemêrgê civîna gel: Tecrîdê bandor li hemû girtîgehan kiriye 2023-07-25 17:57:28   COLEMÊRG - Partiya Çep a Kesk û HDP’ê li Colemêrgê civînên gel pêk anîn û di civînan de hat diyarkirin ku tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û her wiha hat gotin ku di astên biryargirtinê de divê gel esas bê girtin.   Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên xwe yên dema pêş civînên gel pêk dianîn û cibîn didomin. Hevserokên HDP’a navendê,  Parlamenera Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznur Bartin, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Huseyîn Olan, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), PM û gele kes tevli bûn.   Huseyîn Olan di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo pêşniyar, rexne û nirxandinên gel bigirin civînên gel pêk tînin û wiha balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Ji ber vê niha li gelek girtîgehan grev hatine destpêkirin. Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Em ji bo dem apêş pêşniyarên we dixwazin.”