MKGP: Divê rojnameger serbest bên berdan 2023-07-25 16:27:07     AMED - MKGP'ê derbarê binçavkirina 5 rojnamegeran de bi ser navê "Bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan" daxuyaniyek da û binçavkirinan şermezar kir.    Di encama lepîrsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de serê sibê bi ser malên rojnamegeran de hat girtin. Rojnameger Sîbel Yukler, Evrîm Kepenek, Evrîm Deniz, Firat Can Arslan û Delal Akyuz bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatin binçavkirin. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), di jî binçavkirina 5 rojnamegeran bi sernavê "Bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan" daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:    Her roj bi hêrseke mezin zext û zordestiyên li ser rojnamegeran her diçe zêdetir dibin. Bi taybet jî zext û zordestiyên li ser rojnamegerên jin zêdetir dibin. Bi hincet û sedemên pûç û vala zext li rojnamegeran tên kirin, bi ser malên wan tên girtin û tên binçavkirin. Her wiha tundiya derûnî jî li rojnamegeran tê kirin. Rojnamegerên rastiyê radigihînin civakê her dem tên astengkirin. Gef li rojnamegeran tên xwarin, tundî li wan tên kirin û bi vî rengî tê xwestin bên astengkirin û karê xwe nekin. Bi vî rengî ramana azad jî dibe hedef.    Binçavkirina rojnamegeran   Di çarçoveya operasyonên li dijî rojnamegeran û çapemeniya azad de dîsa 5 hempîşeyên me bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. Rojnameger Evrîm Deniz li Amîrtiya Navenda Polîsan a Huzurê ya Amedê hat binçavkirin. Edîtora Bianetê Evrîm Kepenek li Stenbolê bi kelepçeyê hat binçavkirin. Vê yekê kelepçekirina Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu anî bîra me. Dîcle jî bi destên kelepçekirî 15 saetan ji Amedê heta Enqereyê rê çûbû. Ji vê yekê jî tê famkirin ku êriş û zextên li ser rojnamegeran dewam dikin. Li Enqereyê jî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan û Edîtora T24’an Sibel Yukler, li Îzmîrê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz bi çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatin binçavkirin.    Rewşa azadiya çapemeniyê   Dozgerê lêpirsînê Mehmet Karababa îddianameya 18 rojnamegerên li Amedê amade kiribû. Piştre jî ew û hevjîna wî Seda Karababa ya di nava heyeta ku li dozê dinihêrt, cih digirt cihê wan hatibû guhertin. Hat hînbûn ku ji ber Delal Akyuz, Firat Can Arslan, Sibel Yukler û Evrîm Kepenek nûçeya vê yekê çêkirine hatine binçavkirin. Binçavkirina rojnamegeran a ji ber vê sedemê cihê xemgîniyê ye. Ev yek rewşa ramana azadiyê û azadiya çapemeniyê di nav de ye radixîne pêş çavan.    Ew tenê karê xwe dikin    Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) dibêjin bila demildest ev zext û zordestiyên li hemberî hempîşeyên me bi dawî bibin û bên berdan. Mafê her rojnamegerî ye ku bi awayekî azad nûçeyên xwe bişopînin û çêbikin. Em sepanên wiha yên nedemokratîk û nehiqûqî qebûl nakin. Divê rojnameger di kirina pîşeya xwe de bikaribe azad tev bigere. Hempîşeyên me yên hatine binçavkirin ne sûcdar in. Ew tenê karê xwe dikin. Her wiha em banga piştevaniyê ji her rojnamegerên ku dibêjin em bi awayekî bi rûmet karê xwe dikin ku piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên bi awayekî neheq tên binçavkirin û girtin.    Her wiha em bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî jî dikin ku lidijî van neheqî û zordestiyan dengê xwe bi me re bilind bikin û vê nehiqûqiyê qebûl nekin. Ji bo hevalên me yên rojnameger bên berdan em bi wê hêviyê ne ku her kes dengê xwe bilind bikin."