Rapora Girtîgehan a Herêma Egeyê: 785 binpêkirinên mafan qewimîne 2023-07-25 13:43:13     ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ragihand ku li girtîgehên herêma Egeyê di saleke dawî de 785 binpêkirinên mafan qewimîne.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê “Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehên Herêma Egeyê ya 2022’yan” bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. ÎHD’ê diyar kir ku rapor aydî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Şakran, Kiriklar, Menemen, Odemîş ên Îzmîrê, girtîgehên Bandirma, Burhaniye, Kepsûn ên Balikesîrê, girtîgeha Akhîsara Manîsayê, girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T’yê, girtîgeha Bodrûmê ye. ÎHD’ê da zanîn ku di encama serlêdana malbatên girtiyan û parêzeran de rapor hatiye amadekirin.    'Mafên girtiyan ên jiyanê tune tê hesibandin'   Hevserokê ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn raporê xwend û diyar kir ku mafên girtiyan ên jiyanê tune tê hesibandin û wiha got: “Li girtîgehên herêma Egeyê herî zêde di warê xizmeta tenduristiyê, sepana tecrîdê, taloqkirina cezayan û serbestiya bikontrol, astengkirina faliyetên civakî, mafê sporê, astengkirina mafên tenduristî û xwarinê, pirtûk, rojname, name, ragihandinê astengî û qedexe hene.”    Sepana tecrîdê   Zafer diyar kir ku demek dirêj e li Girtîgeha Îmraliyê polîtîkaya tecrîda girankirî û îzolasyonê tê sepandin û got: “Li girtîgehên herêma me jî ev tecrîd bi awayên cihê tê sepandin. Li gelek girtîgehan  tecrîd wek rêbazek cezakirinê di dewrê de ye.”    Şandina pereyan sûc tê hesibandin!   Zafer di berdewamiya raporê de da zanîn ku xwarinên li girtîgehan ne bi dilê girtiyan in, li qawîşan hejmara ragirtinê zêde ye, ev jî dibe sedemê ku tenduristiya girtiyan nebaş bibe û her wiha girtî sewqî girtîgehên dûr ên ji malbatê xwe tên kirin û ev jî berdewamiya polîtîkaya cezakirinê ye. Zafer anî ziman ku krîza aborî bandorê li ser girtiyan jî dike û her tişt hatiye bihakirin û heqê wan ji girtiyan tê girtin û malbatên ku pere ji girtiyên xwe re jî dişînin bi şandina pereyan tên sûcdarkirin.    Sepana lêgerîna tazî    Zafer destnîşan kir ku li girtîgehan bi taybetî girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û got: “Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê sepanên lêgerîna nav dev, lêgerîna tazî li ser wan tên sepandin.”    785 binpêkirinên mafan qewimîne   Zafer di mijarên navborî yên binpêkirinên mafan de ku diqewimin xal bi xal anî ziman û destnîşan kir ku din nava salek dawî de li dijî girtî û hikûmxaran bi giştî 785 binpêkirinên mafan qewimîne.