'Ev tecrîda jehrî ji îşkenceyê wêdetir e' 2023-07-25 12:04:16     Melek Avci    ENQERE - Yek ji parêzerên heyeta tecrîdê Mîchela Arricale diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bûye û wiha bal kişand ser sedema civîna çapemeniyê ya awarte ya ku dê di 26'ê Tîrmehê de li Parlamenta Ewropayê bê lidarxistin: “Ev tecrîdeke bi jehrî ye. Ev hemû ji feraseta îşkenceyê wêdetirin û ne tenê li ser girtiyan, bandorê li malbatên wan û tevahiya Gelê Kurd dike.”   Ji Kurdistan, Tirkiye û çar aliyê cîhanê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de ye agahî nayên girtin,  çalakî û kampanya berdewam dikin. Yek ji wan sibe ango 26'ê Tîrmehê li Parlamentoya Ewropayê tê lidarxistin. Nûnerên sendîkayan ên di bin navê "Kampanyaya sendîkayan ji Ocalan re azadî" de tevdigerin, têkildarî tecrîda girankirî û mutleq a 24 sal in li ser Rêberê PKK'ê tê meşandin, wê li Parlamenta Ewropayê (PE) ya Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixin.   Yek ji beşdar û organîzatorên civîna çapemeniyê parêzera navneteweyî Mîchela Arricale ku di heyeta tecrîdê de cih digire, bal kişand ser civîna çapemeniyê û hevkariya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT).    28 meh in agahî nayê girtin    Mîchela, diyar kir ku 28 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û ev tişt li dijî hiqûqê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji îşkenceyê wêdetir e tecrîd. Tecrîda li hemberî Ocalan li dijî hiqûqê ye. Di çarçoveya Mafê Mirovan a Navneteweyî de îhlalkirina mafên mirovan e. Tenê ew, girtiyên din jî bi tecrîda jehrîkirirê rûbirû ne. 2 sal zêdetir e agahî nayê girtin û derbarê rewşa wan ên tenduristiyê de agahî nîne. Ev sêpandin bandorê li malbat û Gelê Kurd dike. Ev mijar ne tenê mijara cezakirina kesekî ye mijara tunekirina Gelê Kurd e."   Li dijî tecrîdê civîn   Parêzer Mîchela, daxuyand ku dê 26'ê Tîrmehê de li Parlamentoya Ewropayê derbarê tecrîdê de civîneke lezgîn li dar bixin û wiha bi lêv kir: "Dê bi nûnerên sendîkayên navneteweyî re civînê li dar xibin. Baweriya me bi CPT'ê dihat lê belê niha baweriya me şikestiye. Di adara 2021'ê de bi birayê xwe re Birêz Ocalan bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîbû. Lê bi çend saniyeyan pêk hat ev hevdîtin. Ji vê rojê heta niha tu agahî jê nayê girtin. Di îlona  2022'yan de CPT serdana Îmraliyê kir. Me bawer dikir ku dê raporek aşkera bike, lê bêdeng ma."   'Gelê Kurd tune tê hesibandin'   Derbarê bêdengiya saziyên navneteweyî jî Michela wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez bêdengiyê wek 'nexweşiyê' bi nav dikim. Agahiyên derbarê Birêz Ocalan di nav taritiyê de dihêlin. Ev bêdengî, ji hêla partiyên ku parastina mafên mirovan dikin ve tên îhlalkirin, tê veşartin û tê xwastin ku ji hefizeyên jê bibin. Nakokî pêknehatiya mafê gerdûniyê û bêfikarî ye. Mafê Gelê Kurd tune tê hesibandin û hewldana serî tewandinê tê ferzkirin ji ber ku hêza wan nîne ku bi Erdogan re rûbirû bin. Ji ber ku Tirkiye mutefîkek stratejîk e û xizmetê dide NATO û Yekitiye Ewropayê."    'Ne xwedî bi cesaret in'   Mîchela, daxuyand ku dewletên navneteweyî û saziyên navneteweyî li hemberî rewşê hevkariya sûc dikin û wiha bi lêv kir: "Ev rewşek şermê ye û naxwazin risk bigirin û ne xwedî bi cesaret in. Di nav de Yekitiya Ewropayê (YE) heyî hemû welatên rojava di mijara mafê mirovan de nebaş in û ji bo berjewendiyên xwe yên jeo-aborî dê dikarin her tiştî feda bikin. Hewcedariya YE, bi Erdogan re heye di dosyayên enerjî, mijara penaberan de. Di NATO'yê de jî Tirkiye artêşa duyem e."   'Bi tecrîdê kurd tên cezakirin'   Parêzer Mîchela, diyar kir ku bi tecrîdê îşkence li kurdan dikin û wiha axivî: "Ev tişt tê wateya 'ceza' kirina kurdan. Îşkenceyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Hem bi kesayetî û hem jî bi giştî re ceza dibirin. Hem li hemberî Birêz Ocalan zilmek heye û di heman demê de li hemberî Gelê Kurd û kesên ku parazvaniyê dikin jî bi şîdet û zextan re rûbirû dimînin. Hemû parêzerên wî ji ber ku parastina wî dikin bi terorîzmê tên sûcdarkirin, tên binçavkirin û girtin. Kesên ku ala kurd digiri, kesên ku li dijî tecrîdê derdikevin bi 'terorê' tên sûcdarkirin. Li Îtalyayê xwendekarek ji ber ku ala Ocalan hildabû bi dersînorkirinê re rûbirû mabû."   'Veşartina raporê nayê fêmkirin'   Mîchel, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser helwesta CPT'ê: "Aşkerenekirina rapora serdana Îmraliyê ya CPT'ê, di dîrokê de heta niha ne hatiye dîtin. Ji bilî Tirkiyeyê niha tenê CPT ji Îmraliyê agahdar e. Veşartina raporê nayê fêmkirin. Ji bilî CPT û Dewleta Tirk derbarê tenduristiya Birêz Ocalan de ne xwedî agahî ne. Tenê ew dizanin ku îşkence û îhlalkirina mafan heye. Tecrîd îşkenceye û tecrîdkirina Birêz Ocalan di dîrokê de heta niha nehatiye dîtin. Ligel vê yekê CPT, ji ber vetoya Tirkiyeyê rapora xwe aşkera nake û xwe diparêz e. Lê xala 10'emîn heye ku li dijî xweparastina CPT'ê ye û li gorî xala 10'emîn divê CPT'ê agahiyên girîng parvebike. Beriya niha wisa kiribûn ji xwe, lê niha çima xala 10'emîn nayê sêpandin û rapor nayê aşkerakirin nayê fêmkirin."   'Ji bêdengiyê sûdê digire'   Parêzer Mîchel, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê serê ewilî tecrida li hemberî Birêz Ocalan bê rakirin û hemû mafên wî bên îadekirin. Piştre pêvajoya çareseriyê dikare destpêbike. Lê belê Erdogan ji bêdengî bêhelwestbûna civaka navneteweyî sûdê digire û dê gav nevêje. "