S.S carek din ji hêla polîsê tecawizkar ve hat tehdîtkirin 2023-07-25 09:02:18     Marta Somek    STENBOL - Polîsê bi navê Enes Aydemîr destdirêjî li S.S'yê kiribû. S.S ji sala 2021'an heta niha ligel gef û tehtîdan têkoşîna hiqûqî dide û daxwaz dike ku êrişkar bê cezakirin û ji kar bê dûrxistin.    Ji ber polîtîkayên AKP-MHP'ê kiryar bi negirtinacezayan tên xelatkirin û rê li ber qetilkirin, destdirêjî û şîdeta li hemberî jinan vedikin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê di sêgoşeya mêr-dewlet-darazê de kiryar yek car tên xelatkirin û jin û zarok bêparastin tên hiştin.    Yek ji van mînakan jî, polîsê bi navê Enes Aydemîr parêzvaniya Amîrê Asayîşê ya Midûriyeta Emniyetê ya Cizîra Şirnexê dikir, di 8’ê nîsana 2021’ê de destdirêjî li S.S. kir. Bi salane ji bo darizandina Enes Aydemîr têkoşîn tê dayîn. Ligel têkoşînê S.S bi dehan caran ji hêla Enes û xizmên Enes ve bi mirinê hat tehdîtkirin. Her wiha derbarê S.S'yê de jî doza "Buxtanê" hat vekirin.    Di 12'yê tîrmehê de S.S carek din ji hêla Enes Aydemîr ve hat tehdîtkirin. S.S., demên borî serpêhatiyên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîbû ziman.    Beriya niha jî S.S ji ajansa me re axivî bû û bal kişandibû ser şîdeta derûnî û fizîkî ya Enes Aydemîr. Hêj pêvajoya darizandinê berdewam dikir S.S. di 4'ê nîsana 2022’yan de ji hêla Enes û hevalên wî ve hate tehdîtkirin. Di 11'ê nîsanê de S.S ji ajansa me re axivîbû û gotibû serî li Midûriyeta Emniyetê ya Peyasa Amedê daye û biryara dûrxistinê girtiye. Li gorî agahiya S.S'yê derbarê Enes de 4 caran doza îdarê hatiye vekirin û ligel vê yekê jî her tehdîtên wî berdewam kiriye.    Di mijdara sala 2022'yan de carek din S.S bi tehdîtên Enes re rûbirû maye û gotiye: "Tişta hewce bike ez ê bikim. Ji ber ku te bûyer ji çapemeniyê re ragihandiye. Tu terorîstî û piştevaniya wan dikî." Her wiha hevalê Enes jî "Tu şîzofrenî, nexweşiya derûniyê bi te re heye biçe tedawî bibe" gotiye. Ev tişt ligel bûyerê jî travmayeke mezin li ser S.S'yê hişt.    Her wiha derbarê nûçeya me ya ku di 11'ê nîsanê de hatî weşandin de malpera me du caran hat astengkirin. Ligel malpera ajansa me, hesabên medyaya dijîtal ên Rojnameya Yenî Yaşam, Yenî Ozgur Polîtîka, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, rojnameger Nûri Akman û hat astengkirin.    Enes Aydemîr di sala 2022’yan de ji Midûriyeta Emniyetê ya Cîzira Şirnexê şandin dezgeheke girêdayî Bakirkoya Stenbolê. Bûyera destdirêjiyê ji hêla Fakûlteya Çapa ya Stenbolê ve jî hat teqeskirin. S.S a ku di pêvajoya destdirêjî de serdana sûc kir lê du caran biryara "bêşopandinê" hat dayîn. Di 13'yê tîrmehê de ji ber berdewamiya tehdîtên Enes Aydemir Dadgeha Malbatê ya 1'emîn ve biryara dûrxistina 30 rojan da Enes Aydemîr.    S.S, diyar kir ku tu carî dev jî têkoşîna xwe bernade û bang li raya giştî kir ku bila derbarê mijarê de hestiyar bibin. S.S daxuyand ku divê Enes ji kar bê derxistin û bê cezakirin.