ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-25 09:00:00     * Rêvebera Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA, Kubra Aktî, diyar kir ku komele ji roja hatiye damezrandin heta niha xebatên xwe dimeşîne û got ku di dema nû de ji bilî qursan ew ê li taxan bi ciwan û jinan re hevdîtinê pêk bînin û ligel kursa kurdî dê kursên farisî jî vekin. BI DÎMEN   * Polîsê bi navê Enes Aydemîr destdirêjî li S.S'yê kiribû. S.S ji sala 2021'ê heta niha ligel gef û tehtîdan têkoşîna hiqûqî dide û daxwaz dike ku êrişkar bê cezakirin û ji kar bê dûrxistin.    *Dayika Aştiyê Rahîme Çelîk a ku piştî kurê wê yê li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kir jiyana xwe ji dest da, di Meclîsa Dayikên Aştiyê de dest bi têkoşînê kir. Rahîme diyar kir ku gelê Kurd ji bo nasname, ziman û mafên xwe yên hatine înkarkirin têkoşînê dide. DÎMEN HEYE   *Nûnerên rêxistinên jinan dan zanîn îktidar dixwaze bi gotina perwerdeya jin û mêr ji hev cuda dema pêk bê wê demê ew ê tundiya malbatê bi dawî bibe civakê bixapîne û banga têkoşîna ji bo perwerdeyeke wekhev kirin.  DÎMEN HEYE   *Jinan Konferansa Lozanê ya ku 2 rojan dewam kir nirxand û destnîşan kir ku ji bo sedsala duyemîn neşibe sedsala yekemîn divê li çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke topyekûn pêk bê.   *Yek ji parêzerên heyeta tecrîdê Mîchela Arricale diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bûye û sedema civîna çapemeniyê ya awarte ya di 26'ê Tîrmehê de li Parlamenta Ewropayê tê lidarxistin wiha vegot: “Ev tecrîdeke jehrî ye. Ev hemû ji feraseta îşkenceyê wêdetirin û ne tenê li ser girtiyan, bandorê li malbatên wan û tevahiya Gelê Kurd dike. Rewşa negihîştina nûçeyan nayê paşguhkirin.”