DBP'ê serdana rojnamevanên hatin berdan kir 2023-07-24 16:14:15   AMED - Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir bi minasebeta Roja Tekoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê serdana rojnamevanên nû hatine berdan kirin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz (Parlamentera Mêrdînê) û Keskîn Bayindir (Parlamenterê Êlihê) û şandeya li gel wan, bi minasebeta 24'ê Tîrmehê Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê, serdana rojnamevanên kurd ên di 12'ê tîrmehê de hatin berdan kirin. Serdan li Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) pêk hat. Di serdanê de Hevserokê DFG'ê Serdar Altan û endamên komeleyê pêşwazî li şandeya DBP’ê kirin.    ‘Sekna çapemeniya kurd girîng e’   Salîha Aydenîz di serdanê de axivî û êrişên li dijî çapemeniya azad şermezar kir. Salîha diyar kir ku ew ji ber berdana rojnamevanan kêfxweş in û bi bîr xist ku ew di salvegera Peymana Lozanê de ne. Salîha anî ziman ku Peymana Lozanê ji bo saziyên kurdan nayê wateya “aştiyê" tê wateya "şer" û got: "Tevî ewqas êriş û zextan li ser çapemeniyê, rojnameger peywira xwe ya ji bo ragihandina heqîqetê, rastiyê ji gel û civakê re bi cih tînin. Sedema binçavkirin û girtinên salên dawî ew e ku kes rastiyê hîn nebe. Lewma ev sekna çapemeniya kurd girîng e.”   ‘Em ê ji cihê mayî dewam bikin’    Hevserokê DFG’ê  Serdar Altan jî bi bîr xist ku îro salvegera Peymana Lozanê ye û Qanûna Sansurê ye. Serdar anî ziman ku berdana wan moral û motîvasyon da civakê û wiha got: "Di dema girtina 13 mehan de xwedî derketina li me rojnamevanan baş bû. Em bi vê xwedîderketinê serbilind in û hêz da me. Tevî ku xwestin me bêdeng bikin jî dîtin ku kevneşopiya berxwedanê ya çapemeniya azad û rojnamevanên kurd berdewam dike. Em ne sûcdar lê dawakar in. Yekî ku hesab bixwaze hebe jî ew jî em in. Ev helwest girîng bû. Em ê ji cihê mayî xebata xwe berdewam bikin. Ji bo serdana we spas."