Li Hewagê civîna gel 2023-07-24 16:08:28     RIHA - Civîna gel a Partiya Çep a Kesk û HDP'ê li navçeya Hewaga Rihayê pêk hat û di civînê de qala şikandina tecrîdê hat kirin.    Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinan di çarçoveya pêvajoya ji nûve avakirinê de civînên gel ên li Rihayê berdewam dikin. Civîna îro li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hewagê ya Rihayê hat lidarxistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û gelek kes tev li civînê bûn.    Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Ebru Gunay axivî û bi lêv kir ku rêxneyên gel ji bo wan pir girîng in û got: "Em ê hemû rexneyên wê nîşe bigrin û binirxînin. Tu rexneyeke we dê berhewa naçe. Ji bo me avakirina civaka demokratîk beriya hilbijartinan tê. Ji bo wê rexneyên we pir girîng in."     Piştî axaftina Ebrûyê welatiyên beşdarî civînê bûn bi dorê axivîn. Welatiyekî da zanîn ku HDP ji gel dûr ketiye û divê siyaseteke di nava gel de bê kirin û hewceyî bi siyaseta Kurdistanî heye. Welatiyekî jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku ji ber paradîgmaya Ocalan ew ê têk neçin û tu car jî wê ev gel û partî têk nece.    Ciwanekî jî anî ziman ku divê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û divê tecrîd li Meclisê bêtir bê rojevê. Du ciwanan jî destnîşan kirin ku ji bo rakirina tecrîdê hewldan kêm in û divê ji bo bidawîanîna tecrîdê bêtir xebat û hewldan bên kirin.