Li Dêrik û Kobanê li dijî Peymana Lozanê meş hat lidarxistin 2023-07-24 12:35:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê herêma Firatê bi rengekî girseyî dakete qadan û li dijî Peymana Lozanê meşiya. Di çalakiyê de peyama "Na ji peymana Lozanê re" hate dayin. Li Dêrikê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Şêniyên bajêr û gundên girêdayî wê tevlî meşê bûn.   Piştî şerê cîhanê yê yekemîn erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurd di şerê man û nemanê de bûn. Piştî ku gelek peyman li serê Kurdan hatin kirin, xwestin gelê Kurd tune bikin û wan ji rastiya wan dûr bixînin. Bi peymana Qesra Şîrîn re ku Kurdistan di navbera Osmanî û Safewiyan de bûbû du parçe. Ji bo ku hê zêdetir erdnîgariya Kurdistanê parçe bikin, Peymana Lozanê hate îmzekirin û Kurdistan kirin çar parçe.     Îro sedsaliya Peymana Lozanê ye ku tê de sînorê dewleta tirk jî hatiye danîn. Ji bo ku dîsa dewleta tirk vê peymanê berdewam bike serî li her rêbazê dide. Gelê Kurd di vê sedsalê de şerê man û nemanê dikir, li serê Kurdan her cure şerê tunebûnê hat meşandin û gelê Kurd weke gelekî êdî tune bûye û li serê wan hatiye betonkirin, hatin dîtin. Gelê Kurd piştî tevgera azadiya Kurdistanê xwe ji nû ve îsbat kir û ala azadiyê ji nû ve hilda.   Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi hezaran şêniyan ji bo parçekirina sedsaliya Lozanê ya ku Kurdistan kiribû çar parçe, daketin qadan.   Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û heta bi qada Şehîd Egîd domiya. Meş bi dirûşmeya ‘Pêkanîna neteweya demokratîk, têkbirina Lozanê ye’ domiya.    Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce axivî û diyar kir ku ew parçekirina erdnîgariya Kurdistanê  û komploya navneteweyî qebûl nakin û got “Ji bo neteweya gelê Kurd ev roj, rojeke reş e û tê xwestin ku îradeya gelê Kurdistanê tune bikin û erdnîgariya me parçe bikin. Biryarên wan ên li ser me, ji bo tunekirina me bû lê dîsa jî planên wan bi ser neketin. Li ber çavê dinyayê Kurd qir kirin lê dîsa jî gelê Kurd serî hilda.”   Dêrik   Li Dêrikê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Şêniyên bajêr û gundên girêdayî wê tevlî meşê bûn.   Meşê ji Qada Azadî dest pê kir. Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PYD'ê hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bimire xiyanet” û “Erê ji yekîtiya Kurdistanê re” hatin berzkirin.   Meş li sûka navendî veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê rêveberiya PYD'ê şaxê Dêrikê Mihemed Seîd axivî. Mihemed anî ziman ku ew ê teslîmî Peymana Lozanê ya ku gelê Kurd parçe kiriye nebin, lê belê dê li gorî feraseta xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş îradeya xwe xurttir bikin. Seîd got “Divê em têkoşîna xwe bidomînin, Rêveberiya Xweser biparêzin û rêxistina xwe xurttir bikin.”   Mihemed Seîd, di sedsaliya wê de Peymana Lozanê şermezar kir. Mitîng bi dirûşmeya “Bijî têkoşîna gelê me” bi dawî bû.