'Divê welatên bûne sedema parçekirina Kurdistanê, daxwaza lêborînê bikin' 2023-07-24 11:48:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî bi munasebeta sedsaliya Peymana Lozanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Kurd di nava sedsalên dawî de, rastî jenosîdan hatin, divê yekîtiya netewî pêk were û divê welatên bûne sedema parçekirina Kurdistanê, daxwaza lêborînê bikin   Îro 100 sal bi ser Peymana Lozanê ku tê de Kurdistan kirin çar parçe re derbas dibe. Bi munasebeta sedsaliya peymanê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, daxuyaniyek bi ser navê ‘Di sedsaliya Lozanê de, em ê yekîtiya netewî bikin bingeha têkoşînê’ weşand.   Daxuyanî wiha ye:   “Pêwîst e gelê me li şûna aqilê Lozan û zihniyeta parçekirinê, wek berpirsiyartiyek mirovî yekîtiya civaka demokratîk ji bo xwe bikin hedef û stratejî. Divê welatên bûne sedema parçekirina Kurdistanê, daxwaza lêborînê bikin û li hemberî dadgehek dîrokî sûcên xwe îtiraf bikin.   Em bang li welatên Yekîtiya Ewropayê, rêxistinên mafê mirovan dikin, Peymana Lozanê weke peymanek li dijî mirovahiyê bidin nasîn û dawî lê bînin.   Divê demek ji ya din zûtir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî were azadkirin. Tecrîda li ser Rêber Ocalan encama peymana Lozanê ye û dixwazin bi vê Gelê Kurd di heman rewşa berê ya li ser tê ferzkirin de bihêlin.”