Li Wanê du zarokan jiyana xwe ji dest dan 2023-07-24 09:41:32   WAN - Li taxa Ortanca ya Rêya Armûşê du zarokên ku ketin hewza ku ji hêla maşîneyên kar ve hatî vekirin jiyana xwe ji dest dan.   Li Taxa Ortanca a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber şert û mercên a hewaya germ du zarokên bi navê Hasan Acar (10) û Eymen Acar (14) ji bo hênik bibin ketin hewza ku ji aliyê maşîneyên kar ve hatiye kolandin, jiyana xwe ji dest dan.    Welatiyên piştî ku bûyerê ferq kirin zarokan ji hewzê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Li nexweşxaneyê ligel mûdaxeleyên ku hatin kirin jî Hasan û Eymen Acar jiyana xwe ji dest dan.   Di heman demê de hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.