Pergala perwerdeyê ji tarîkat û cemaetan re hatiye hiştin 2023-07-24 09:03:06       Şehrîban Aslan    RIHA - Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul, piştî perwerda bî hev re ji nîqaşê re hatiye vekirin mudaxaleya li jiyana perwerda zarokên keç nirxand û da zanîn ku pergala perwerdê ji tarîkat û cemaetan re hatiye hiştin û li dijî xetereyan divê têkoşîn bê dayîn.   Li welat 20 sale pergala perwerdê ji tarîkat û cemaetan re hatiye hiştin û ev rewş jî zayenperestî, olperestî, netewperestiyê re rê vedike. Wezîrê Perwerda Neteweyî Yusuf Tekîn di 11’ê Tîrmehê de der barê perwerdeya bi hev r de daxuuaniyek da û ev daxuyanî ji bo pêvajoya ji vir şûnde ku AKP wê çi gavan bavêje nîşan dide.    Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Dibistan di bin kontrola tarîkat û cemaetan de ne’   Ozlemê da zanîn ku perwerde di carekê de nehatiye vê rewşê, bêyî ku bi gel bidin hîskirin bi gav û hewldanên nerm dest pê kirine û piştre tûnd kirine. Ozlemê wiha vegot: “Wezîreta perwerdê cuda be jî her tim di bin kontrola cemaetê de bû. Hem li saziyên taybet hem li yên cemawerî. Ev 10 sale bi cemaetan re der barê perwerdê de protokol tên kirin. Ev 20 sale di mufredatên dersan de hêmayên olî, muhafazakar û zayenderset hebûn. Di wêneyên di pirtûkan de cih digirin ev baş tên dîtin. Bi vî awayî paşverûtî û olperestî xistin jiyana civakê. Nifşekê oldar û kîndar digihînin. Ev xetereyek mezine.”   Pergala perwerdê ya 4+4+4   Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew wek Egîtîm Senê ji roja avabûne heta niha ji bo perwerda laîk, demokratîk, zanistî û zimanê dayikê têdikoşin û wiha got: “Lê desthilatdariya heyî bi polîtîkayên heyî perwerde ji demokratîkbûn, zanistî û laîkbûnê dur xist. Perwerde veguherî forma yekparêz û zayendperest.Em bi perwerdehiyek zîhniyeta serdest re hatine rû hev.Di vê rê de veguhertinên civakî pêk tên. Mafê perwerda zarokan ji dest tên girtin. Mafê tercîhkirina zarokan ji dest tên girtin. Bi taybet bi pergala 4+4+4 ev pêvajo lezgîntir kirin. 10 sal berê derbasî vê pergalê bûn û piştî 4 salên ewil şûnde berê zarokan dan îmam hatîban. Hejmara dibistanên îmam hatib hatin zêdekirin. Zarok neçarî îmam hatîban kirin.”   ‘Bername ji aliyê cemaetan ve tên amadekirin’   Ozlemê daxuyakirin ku 4+4+4 berhema polîtîkayek bi zanebûne û wiha daxuyand: “Xetereyên wê rojê me vegotin me hişyarî kirin îro parçeyek jiyana me ne. Li bajaran li her derê lîseyên îmam hatîp hene. Îmam hatîbên dibistana navîn hene. Dibistanên ku zarokên keç û kur cuda diçinê hene. Di bin navê pola îngîlîzî û pola amadekariyê de zarokan teşwîq dikin. Mamosteyên digirin jî li gorî krîterên diyarkirî digirin. Li dibistanên Îmam Hatîp yên zarokêk kur diçin mamosteyên jin nayên tercîhkirin. Yanî ji bo mamosteya jin bi kurtasî dibêjin ‘em naxwazin bi mamosteya jin re bixebitin’.Vê jî pêngav bi pêngav em anîn vê astê. Dîsa li gelek dibistanan cemaet di bi navê bername, perwerde û venasînê de xebatan dike. Bi protkolan, pêşbikr tên kiri û zarokan teşwîq dikin. Ev ji aliyê cemaetan ve bi destê MEB’ê tên.”   ‘Zarokên keç di xetereyê de ne’   Ozlemê balkişand ser rewşa zarokên keç û got mamosteyên xwedî nirxên laîk û zanistî bi mobîngê re tên rû hev û wiha pê de çû: “Lİ ser her alî civakê rîsk hene lê yên herî bê derfet zarokên keç in. Mafê perwerda wekhev û zanistî ji destê wan tên girtin. Bi AKP’ê re ev newekhevî girantir bû. Zarokên keç di bin xetereyeke mezin de ne. Ez bang li hemû kesî dikim ku li dijî van polîtîkyan têbikoşin. Divê hemû mamsote, sendîka, baskên kar yên perwerdê û malbat yanî civak bi tevahî divê li diJî vê bibin yek dengê xwe bilind bikin îtîrazên xwe bînin ziman. Divê em bi hev re têbikoşin.”