Li Licê û gundê wê civînên gel 2023-07-23 20:39:49   AMED - HDP û Partiya Çep a Kesk civînên xwe yên "xwenûkirinê" li navçeya Licê ya Amedê berdewam kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk civînên xwe yên gel îro li navçeya Licê ya Amedê domandin. Welatiyên ku tevli civînê bûn rexneyan li kêmasiyên partiyan girtin. Parlementerên Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça, Omer Ocalan, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyad Ceylan, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, endamên meclisa partiyê ya HDP'ê, rêveberên navçeyê û gelek welatî tevli civînan bûn.    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivî û balkişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîd belavî her derê bûye.   Her wiha li gundên Çemê Elîkê, Zengê û Tûtê yên bi ser navçeya Licê ve jî civînên gel hatin lidarxistin.    Welatiyan di civînan de rexne xwe kirin û pêniyarên xwe ji bo partiyan kirin.