Kovara Jin mijara Lozanê girt dest 2023-07-23 11:54:01   STENBOL - Kovara Jin bi manşeta "Lozana veguherî qirkirina jinê" mijara Lozanê girt dest.   Kovara Jin a heftena ya bi rêya onlineyê tê weşandin bi manşeta "Lozana veguherî qirkirina jinê" mijara Lozanê girt dest. Di 21'emîn hejmara kovarê de mijara Lozanê bandorên vê peymanê û encamên wê hatin destgirtin. Her wiha mijara herêmên erdhejê jî hat destgirtin. Jinan bal kişandin ser kontrolkirina herêmên erdhejê yên ji aliyê tarîkatan ve.    Hemû serenavên di hejmara nû de cihên xwe girtin wiha ne:   *Piştî Lozanê Kurd; dîroka şaş bi awayekî rast nayê jiyîn / Rojda Yildiz   *Di sedsaliya Lozanê de rewşa Elewiyan / Yuksel Mutlu   *Peymana Lozanê: Kurdên bêwelat / Werger    *Îmtihana estetîkê ya bi "xweşikbûnê" re / Aycan Diril   *Herêmên erdhejê ji însafa tarîkatan re hat hiştin! / Medine Mamedoglu   Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihêjin nivîsên nû