Banga têkoşînê ya li dijî polîtîkayên desthilatdariyê 2023-07-23 09:04:11   ENQERE - Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kapdan li dijî polîtîkayên dijiminê jinê yên desthilatdariyê banga têkoşînê kir û got jin li dijî polîtîkayên desthilatdariyê di nava şer de ne.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê piştî hilbijartinan destkeftiyên jinan hedef girtin û herî dawî bi hevkarên xwe yên nû  HUDA-PAR û Partiya Refaha Nû re li meclîsê  ji bo gumanbarên li hember jinan sûc kirine sererastkirina ‘efûyê’ kirin qanûn.   Dildara Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Ozgul Kapdan der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Tevgera jinan tenê hat hiştin’   Ozgulê da zanîn tevgera jinan tenê hatiye hiştin û wiha got: “Divê em hemû pêvajoyê bi giştî bibînin. AKP xeyala civaka ku dixwaze ava bike ji ser jinan dike jiyanê. Bi pergala 4+4+4 a di 2008’an de ev dest pê dike. Divê ev wek tevgerek li dijî zayenda civakî bihata destgirtin. Piştî vê gelek geşedan çêbûn. Gotin ‘em bi wekheviya jin û mêr bawer nakin, li dijî fitratê ye’. Ji 2010’an heta niha ev di rojevê de hiştin. Di vê mijarê de tevgerên jinan tenê hiştin. Heta betalkirina Peymana Stenbolê her kesî digot na wê evqas jî nebe. Lê hat dîtin ku tişta dixwazin ev e. Niha ji bo têkçûna aborî neyê axaftin destûra bingehîn avêtin holê.”   ‘Me berteka pêwist nedît’   Ozgulê destnîşan kir ku EŞÎK ji bo partiya wan di nîqaşên destûra bingehîn de tevli hevdîtinan bibin têkoşînek mezin a qenehkirinê dane û got: “Di her derfetê de me xwest em vebêjin ku desthilatdarî dixwaze çi bike. Beriya hilbijartinê gotin, bername û daxwazên Partiya Refaha Nû û HUDA-PAR’ê ji yên AKP’ê serbixwe nebû. Ev bernameyek hikûmetê bû. Digotin dixwazin hilbijêrên tarîkatan jî di destê xwe de bihêlin. Lê ne wisa ye. AKP’ê jî ev bixwe dixwest. AKP tiştekî wisa dixwaze. Rewşa îro ya meclîsê jî wisa ye.”   ‘Dixwazin kaosekê biafirînin’   Ozgulê da zanîn sûcên edlî zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Bi qanûna tûrik re sûcê edlî zêde bûn. Desthilatdarî dixwaze hawira kaosê biafirîne û bêguman ên herî zêde ji vê zirarê dibînin jin û zarok in. Qanûna tûrik hat derbas bû. 408 parlamenter tevli dengdanê bûn. Ji ber berteka pêwist nehat nîşandan kujerên jin û zarokan hatin efûkirin. Tişta herî komîk jî ev e ku wê pêvajoya girtina sûcê edlî pir kêm be. Mirov bi rastî matmayî dimîne. Dxiwazin kaosê biafirînin û jin û zarok , LGBTÎ bên tunekirin. Gelo wê jin hîna çiqas bedelê bidin. Jin ji xwe bedelê didin. Jin jixwe di nava şer de ne. Şer dikin. Tişta ji jinan tê xwestin leşker û karkerên erzan bînin dinê. Bêcezahiştin dikare serîtewandinê jî bi xwe re bîne.”   'Em ê li dijî êrîşan xebatên xwe bimeşînin'   Ozgulê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Jin zextên rejîmê dibînin hîs dikin û dizanin. Li dijî vê em çend tiştan difikirin.  Parlamenterên  demokrat jî tê de bi parlamenterên jin re em ê bixebitin. Em ê li dijî êrîşan xebatên xwe bimeşînin. Hêvîdar im em bi ser kevin. Wê êrîş zêdetir bibin. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”