Li Dêrikê civîna gel: Divê gel namzedan diyar bike 2023-07-23 08:32:18   MÊRDÎN - Welatiyên ku beşdarî civîna gel a li Dêrikê bûn diyar kirin ku divê namzet ji aliyê gel ve bên diyarkirin.   Welatiyên ku beşdarî civînên gel ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk li taxên Kale û Tepebax ên navçeya Dêrikê ya Merdînê bûn, nûner, rêveber û parlamenterên partiyên siyasî rexne kirin.   Welatiyan rexne kirin ku navenda partiyê guh nade gel, diyar kirin ku divê namzet ji aliyê gel ve bên hilbijartin û pêşniyar kirin ku di hilbijartinên herêmî yên bê de di vî warî de baldar bin. Welatiyan tekez kirin ku divê tifaqên Kurdistanî bên berfirehkirin û ji bo vê yekê xebatên berfirehtir bên kirin.