Wesayîta ku karkerên çandiniyê dibir qeza kir 2023-07-22 19:57:46   AFYON - Wesayîta ku karkerên çandiniyê dibir qulipî û di encama qezayê de 6 karkerî jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.   Li nêzî gundê Pinarkaya ya navçeya Çay a Afyonkarahîsarê mînîbusa ku karkerên çandiniyê dibir quliqî şarampolê. Di qezayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan 8 kes birîndar bûn. Yên birîndar bûn rakirin nexweşaneyên Afyonkarahîsar û Konyayê.