'Bila girtiya bi nexweşiya giran Ozge Ozbek bê berdan' 2023-07-22 15:09:12     STENBOL - ÎHD’a Stenbolê destnîşan kir ku divê demildest girtiya nexweş Ozge Ozbek a rewşa wê giran e were emeliyetkirin û banga berdana wê hat kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 590’î de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û gelek parêzvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan tev lê bûn. Rêveberê navenda HDP’ê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê ragirtin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Meral Nergîz Şahîn daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa tevahiya girtiyên nexweş û xwest tevahiya girtiyên nexweş tavilê bên berdan.    'Bila girtiya bi nexweşiya giran Ozge Ozbek bê berdan'   Meral bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek ku rewşa wê her diçe giran dibe û diyar kir ku Ozge di 10’ê tîrmehê de li qawîşa girtîgehê li erdê ketiye û serê wê êşiyaye û piştî wê rakirine nexweşxaneyê hatiye tespîtkirin ku xwîn çûye ser mejiyê wê û ûrê di serê wê de jî mezin bûye. Meral bang li rayedaran kir ku demildest mudaxileyî rewşa Ozge bikin û were emeliyetakirin û tavilê bê berdan. Meral anî ziman ku her ku çiqas nexweşxaneya Acibadamê ya Stenbolê di sala 2020’yan de gotiye nikare di hepse de bimîne jî lê dîsa jî nayê berdan û ew bi tena serê xwe nikare bijî û divê were berdan. Meral  ji bo parastina mafê jiyanê û tenduristiyê yê Ozge banga hestiyariyê li raya giştî kir.