Jinan agir bi mala serkêşê bûyera destdirêjiyê xistin 2023-07-22 12:43:00     NAVENDA NUÇEYAN - Nerazîbûna li hemberî bûyera sosret a li eyaleta Manîpur a Hindistanê rû dabû ku tê de 2 jin bûbûn mexdûrê êrişek hovane, her diçe mezintir dibe. Herî dawî jinên gund kom bûn û malên kesên destdirêjî li jinan kirin dan ber agir û daxwaza edaletê û cezakirina êrîşkara kirin.   Li Hindistanê ku welatek bi gel û baweriyên cuda tê nasîn, ev 2 meh û nîvin di bin nakokî, gengeşe û şerên di navbera Hindû û Xiristiyanên li welêt de dinale. Herî dawî dîmenên buyerek sosret derketîbû holê ku komek çete 2 jinên Xiristiyan li gundê Pechî revandin, cil û bergên wan ji wan kişandin, li erdê xirikandin û dest dirêjî li wan kirin. Li hemberî vê buyera hovane, bertek û nerazîbun her diçe zêdetir dibe.   Li gorî nûçeyên di çapemeniya navneteweyî de hatine parvekirin, hêrsa herî mezin ji milê jinên Hindistanê ve tê nîşandan. Jinên welêt ev hovîtî qebûl nekirin û ketine nava tevgerê. Jinên li gundê Pechî mala serkêşê ku koma çete di wê bûyerê de birêve dibir dan ber agir. Li gora polîsên Hindistanê jî parve kiriye, navê kesê serkêş Hûîrem Herodas yê ji hoza Meîtei ye.   Mexdûrên bûyera destdirêjiyê gotibûn ew ji aliyê polîsan ve ji koma çete re hatîbûn dayîn. Li gor daxuyaniya polîsên Hindistanê ragihandine, ew kesên êrîşi herdû jinan kirine hatine girtin û lêpirsîna bûyerê jî berdewam dike.   Li gora hin çavkaniyan, li eyaleta Manîpûr %53 serjimara hoza Meitei’ya ye, ji %30 jî ji serjimara hoza Kukî’ya ne. Şerê etnîkî di nav van her dû hozan de ji 3’yê Gulana 2023’yan ve berdewam dike. Di bûyerên destpêkê ku 4’ê Gulanê de rûdabûn, ji ber destûrdayîna çek bikaranînê ji hêzên leşkerî re hatîbu dayîn 130 kes di bûyeran de jiyana xwe ji dest dabun. 60 hezar kesî jî ji herêmê koç kirin.