Li Lozanê konferansa dîrokî wê bê lidarxistin 2023-07-22 09:14:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Lozanê ya Swîsreyê wê konferanseke navneteweyî ku tê de li ser paşeroj û dema borî ya Kurdan nîqaş bên kirin, pêk were. Tevî konferansê wê îro meşeke mezin bê lidarxistin.   Di 100’emîn salvegera îmzekirina Peymana Lozanê ya ku di sedsala dawîn de êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan esas hat girtin, li bajêr wê meş û mîtîngeke navendî jî bê lidarxistin.   Dê konferans du rojan dewam bike   Konferansa ku wê zêdeyî 600 mêvan lê amade bibin û Peymana Lozanê bê nîqaşkirin, wê li Salona Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) bê lidarxistin.   Di konferansa ku wê roja şemiyê pêk were û du rojan berdewam bike de, di panela yekemîn de wê Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê bên nîqaşkirin. Di panela bi moderatoriya Selma Irmak û Xelîl Xezerî de, dîroknasê têkiliyên navneteweyî Dr. Suheyla Qadirî, ji Zanîngeha Selahedîn Prof. Narmen Muhamad Amîn Alî, Hevseroka Komîteya Kordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdulilah Al Mustafa û Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak dê wek axaftvan cih bigirin.   Di roja duyemîn a konferansê de wê du rûniştin bên lidarxistin. Di panela yekemîn a bi sernavê “Rewşa jinan û têkoşîna jinê” de dê moderatoriya wê Kurdê Omer û Seher Aydar bikin. Ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglu û Berpirsa Saziyên Jinan a Silêmaniyê Nermîn Osman wek axaftvan di panelê de cih digirin.   Di rûniştina duyemîn de wê “rewşa gelên Ermenî, Asûrî û Keldanî” bê nîqaşkirin. Di vê rûniştinê de lêkolîner nivîskar Aydin Aslan û perwerdekar Nayrî Muradian wê bibin axaftvan.   Di rûniştina dawî de wê sernavê "100 sal têkoşîna li dijî encamên Peymana Lozanê" bi moderatoriya Behre Mohamed Mehmod û Rojan Hazim were nîqaşkirin. Di panelê de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Viyanayê Prof. Dr. Naîf Bezwan, ji Zanîngeha Jagiellonian ya Polonyayê Dr. Azad Hajî Aghayî, Nivîskar Arêz Abdullah û Nivîskar Dr. Heval Ebubekîr dê bibe axaftvan.   Di beşa dawî de wê "Çareserî û Deklarasyona Konferansê" bê ragihandin û deklarasyon û nîqaşa betalkirinê bê meşandin. Deklerasyona dawî ya konferansê wê di 24'ê Tîrmehê de roja duşemê saet di 10:00 de li ber avahiya Château d'Ouchy bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê ragihandin.   Wê meş û mîtîng bên lidarxistin   Gelê Kurdistanê ji bo meş û mîtînga ku paralelî konferansê bê lidarxistin îro saet di 11:30 de wê li Lozanê li Place de la Navîgation li hev bicivin. Çalakger wê saet di 13’an de bimeşin û piştre mîtîngekê li dar bixin.   Endamê Komîteya Lozanê Yuksel Koç, Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad, endama Polîtburoya YNK’ê Blese Cebar Ferman, Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, Serokê Komeleyê Îbrahîm Alizade, Nûnera TJK-E Şukran Sîncar û hunermend Necmedîn Xulamî, Şivan Perwer, Çopî Fettah, Mizgîn Tahîr, Nasir Rezazî û Hozan Comerd beşdarî çalakiyê dibin.