'Desthilatdarî li dijî jin û zarokan li gorî tarîkatan tevdigere' 2023-07-22 09:06:32     Sema Çaglak   AMED - Parezêr Cansel Talay, destnîşan kir ku divê aktîvîstên jin û saziyên jinan gund bi gund bi jinan re bicivin û tundiya li dijî wan bixin rojevê û got ku desthîlatdarî li dijî jin û zarokan li gorî tarîkatan tevdigere.   Desthîkatdariya AKP-MHP'ê  polîtîkayên xwe yên li dijî jin û zarokan wekî her carê bi gotin û pratîkên xwe pêk tîne. Bi taybetî bi rakirina Peymana Stenbolê û hedefgirtina qanûna hêjmara 6284'an  piştgiriyê dide nêrînên tarîkatan ên li hemberî jinan. Tundiya li ser jinan û mirina jinan a bi guman hem li Kurdîstanê hem jî li Tirkiyê her diçe zêdetir dibe û deskeftiyên jinan ji aliyê desthîlatdarê ve dibin hedef.    Derheqê mijarê de ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parezêr Cansel Talay ji ajansa me re nirxandinan kir.   ‘Tundiya aborî dibe sedema qetîlkirina jinê’   Canselê, daxuyand ku gelek cûreyên tundiyê hene û yek ji wan a herî mezin tundiya aborî ye. Cansel, wiha axivî: “Tundî ne tenê bi aliyê fîzîkî ve tê kirin.  Em dikarin bahsa tundiya derûnî aborî û ya civakî jî bikin. Tundiya aborî bi taybetî jî li ser jinên ciwan tê meşandin. Ji ber ku jinên ciwan di gelek şert û mercên dijwar de hewil didin jiyana xwe bidomînin. Gelek ji wan ji ber pirsgirêkên aboriyê derfeta wan a xwendina zanîngehê nîne. Bi vê yekê hêjmara jinên xwenda jî kêm dibe.  Ev tundî bi taybetî ji hêla dewletê ve tê meşandin. Di pêvajoya hilbijartinê û bêrîya wê de maf û defkeftiyên jinan hatin hedefgirtin. Wekî jinên ku biçin zanîngehê ji Olê derdikevin û di vî milî de ji aliyê tarîkatan ve propaganda hatin kirin. Ev propaganda jî bandorê li ser malbatan dike. Jin wekî berê di warê perwerdê de bi xwe ne bawaer in. Ev pirsgirêkek civakî ya gelek mezin e. Di vir de jî rola cureyên tundiyê heye.”   ‘Bandora polîtîkayên şerê taybet zêde ye’   Canselê, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet jî li ser jiyana jinê bandoreke mezin dikin û got: “Bi van polîtîkayan jinên ciwan ji aliyekê ve ji jiyana perwerdehiyê dûr dikevin ji aliyekê ve jî bi zexta zewacê re rûbirû dimînin. Hikûmet jî bi gotinên xwe zewaca zarokan rewa dike. Êdî  ev li ser nêrîna malbatan jî xwe nîşan dide, malbat hem ji ber aboriyê hem jî ji ber hişmendiya mêrane zarokên xwe û bi taybetî jî yên keç dizewicînin.  Herwiha ji ber polîtîkayên şerê taybet ku li ser ciwanan tê meşandin, malbat bi hişmendiya ku zarokên xwe diparêzin wan di temenên biçûk de dizewicinin. Gava em di vê çarçoveyê de dinêrin Amed ji bajarên din ne cudatir e. Li Amedê ev polîtîka asteke jor de tê meşandin. Bi taybetî jî bikaranîna hişbir û tiryakê gelek zêde ye û jinên ciwan jî dikevin vê tora bikaranîna tiryakê. Girêdayî van polîtîkayan jî tundiya li jinê zêdetir dibe.”   'Ser qetîlkirina jinan tê girtin’   Canselê, da zanîn ku tenê di navbera mehên Gulan û Hezîranê de li Amedê 5 jin hatine qetîlkirin û ew jî yên ku kuştina wan di çapemeniyê de hatine dîtine û yên nehatine dîtin jî hene. Cansel, got: “Gelek jinên ku tên qetîlkirin ser qetilkirina wan tê girtin. Bİ taybetî li gund û navçeyan  rewş gelek xeter e. Ji ber ku jinên wê derê nikarin xwe bigihênin saziyeke jinan an jî qerekolê. Tişta ku ji destê me tê ew e ku em vê tundiyê bi rêya çapemeniyê û komeleyên xwe ragihînin û ligel wan jinan bin. Em dikarin diyar bikin ku ev zêdebûna tundiyê çiqasî girêdayî desthîlatdariyê ye û bi rêya baroyê van bûyeran bişopînin.”   ‘Desthîlatdar hewil dide daxwazên tarîkatan pêk bîne’   Cansel, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser axaftina Wazereta Perwerdehiyê û got: “Wezareta Perwerdehiyê daxuyand ku heke malbat nexwezin zarokên wan ên keç bi zarokên kur re li heman cihî perwerdehiyê bibînin em dikarin dibistanekê bi taybet ji bo keçan vekin. Ev daxuyaniyekê gelek bi xeter e. Em baş dizanin ku armanca wan ne ku rêjeya perwerdehiya jinan zêde bibe ye.  Armanca wan a ji vê axaftinê em baş texmîn dikin. Bi salan e gelek jin ji aliyê malbatên xwe ve di bin navê kursa Quranê ya keçan a şevînî de teslîmî van wargehan bûne. Bi salan in bi perwerdehiya îdeolojîk re rûbirû mane û îro jî vî tiştî dixwazin bi destê Wezareta Perwerdehiyê pêk bînin.  Bi bûdçeya dewletê ji bo tarîkatan dibistan dixwazin vekin. Jixwe axaftina Fatîh Erbakan  ya di vê mijarê de gelek hate nîqaşkirin ku got kesek 15 salî gihîştiye ye. Ev kesên ku van axaftinan dikin hevparên desthîlatdarê ne û tiştên ku tarikat dixwazin tînin ziman. Dewlet hem bi rêya medyayê hem jî bi rêya sazîyên dewletê vê peyamê dide civakê ku  ew ji têkoşîn û deskeftiyên jinan aciz in. Sedema rakirina Peymana Stenbolê jî  ev peyam bû.”   ‘Jin bêdeng namînin’   Canselê, destnîşan kir ku desthîlatdar têkoşîna jinan wek xetereyek mezin dibîne û axaftina xwe wiha domand: “Jinan ji bo ku derheqê sînorên bedenên xwe û tundî û destdirêjahiyên kup ê re rûbirû dimînin vebêjin gelek hewil dan. Ji ber ku ev hemû din av civakê de tabûyekê gelek mezin bû. An jî ji bo behsa LGBT+ bikin têkoşînek mezin hat dayîn. Van têkoşînan hemû ji bo desthîlatdariyê xetereyek mezin pêk tîne. Berê de ev peyamên li dijî van titşan bi awayekî aşkere nedigotin lê êdî ev polîtîkayên li dijî jinê tim di rojevê de ye. Ji aliyekê ve jî nayê xwestin qeyrana aborî were axaftin. Em li dijî vê pergala sîstematîk bi berzkirina dengê xwe dikarin derbikevin. Jixwe bi salan in ev polîtîkayên li dijî jinê kut ê meşandin tenê jin dixin kolanan û li dijî wê deng bilind dikin. Lewra divê jinan wadên têkoşînê bi rêxistin bikin û kolanan neterikînin. “   ‘Serlêdanên jinan a ji hêzên ewlehiyê re cidî nayê girtin’   Cansel, bilêv kir ku taybetmendiyên rewşa Amedê heye û diyar kir ku jinên serî li hêzên ewlehiyê didin wan dişinin malên wan û serlêdanên wan bêbersîv dimînin. Canselê ev tişt got, “Serlêdanên jinan mixabin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên piştguhkirin. Jinên ku daxwaza parastinê dikin cidî nayên girtin. Gelek jin ji ber van sedemam bi tundî û qetîlkirinê re rûbirû dimînin. Ne tenê aliyê hêzên ewlehiyê di heman demê de aliyê darazê jî bi heman şêweyî tevdigere. Lewra carek din dixwazim dubare bikim ku jin ji vê tundiya sîstematîk tenê bi mezinkirina têkoşînê dikarin rizgar bibin.”     ‘Kubraya ji balqonê hate avêtin rewşa jinan nîşan dide’   Canselê, bal kişand ser rewşa Kubra ya ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî ji balqonê hatibû avêtin û got: “Rewşa Kubrayê rewşa jinên li Tirkiyê û Kurdîstanê radixe ber çavan. Kubra, du rojan bi tundiya fîzîkî re rûbirû maye. Hem ji aliyê mêrê pê re zewicandî hem jî ji aliyê malbata wî ve. Em dibînin ku 'jinên ji balqonê tên avêtin çiqas zêde bûne'. Wekî jin xwe dikujînin tê nîşandan. Wekî jin nikarin jiyana xwe bidomînin û ji bo xelasiyê xwe dikujînin tê nîşandan. Mînaka Kubra jî xwestin yek ji wan nîşan bidin. Kubra jî bi vê yekê ji aliyê kiryaran ve ji balqonê hate avêtin. Em van agahîyan hemû ji ragihandinên wê hîn bûn. Tu şahîd û qeydên kamerayan nîniu. Rewşa Kubra di warê tundiya aborî de jîaliyê tundiya abori de jî sembol e. Jina ku nikare li xwe û zarokên xwe ji aliyê aboriyê ve binere ji aliyê tu kesî alîkarî jî negirtiye û îhtîmala ji aliyê mêrê pê re zewicandî di pêvajoya hevberdanê de bû jî heye. Di vê çarçoveyê de em bi mînaka ji rewşa Kubrayê rewşa jinên ku bi tundiyê û qetîlkirinê re rûbirû dimînin dikarin şîrove bikin. Tu ewlehiya jinan nîne. Tundî û qetîlkirina jinê ne li gorî asta perwerdehiyê ye li gorî asta civakê ye. Lewra divê dosyaya Kubrayê baş were şopandin û bixin rojevê.”   ‘Divê tevgera jinên kurd bi hev re têbikoşin’   Canselê, anî ziman ku encama hilbijartinê ji bo jinan ji gelek aliyan ve hate nîqaşkirin û got: “ Di pêvajoya hilbijartinê de an jî berîya wê de têkoşîna jinan di asteke jor de bû. Lê gelek jin niha ne li qadê ne. Lê belê ev pêvajo bêguman ji bo mezinkirina têkoşînê ye. Têkoşîna jinê jî yek jî lingekê partiyên sîyasî ye û lewra ji bo pêvajoya pêş wê têkoşînek çawa were dayîn e. Lê dîsa jî em dikarin bêjin ku di vê pêvajoyê de jin divê zêdetir deng û bertekên xwe nîşan bidin. Divê tevgera jinên Kurd û yê Tirk bi awayekî yek têkoşînê mezintir bikin. Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêka pergalê ye. Li dijî vê pergalê jî têkoşînek hevpar divê were meşandin. Îro li dijî jin û zarokan gelek polîtîkayên bi xeter tên nîqaşkirin lewra liv û tevgerên jinê yê li dijî van polîtîkayan xwedî rolekê girîngin. Di erdnigariya Rojhîlata Navîn de gelek mînakên bi vî rengî hene. Em dibêjin qey deskeftiyên jinan ji berê ve hebûn. Lê ev hemû deskeftî bi saya têkoşîna jinan hate bidestxistin û mêr-dewlet êrîşên van deskeftiyan dikin. Di heman demê de divê em piştgiriyê bidin aktîvîstên LGBT+, ji ber ku gava komeleyên wan tên girtin em bêdeng bimînin dê dor bê ser komeleyên me. Mînaka herî mezin budçeya me ya edlî ye. Heke were qûtkirin jinên ku tundî li wan tê kirin nikarin serî li me bidin, piştgiriyê bixwazin. Piştgiriya jinan divê em ne tenê bi 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê ve bi sînor bikin. Divê bidome.”   ‘Divê aktîvîstên jin gund bi gund bi jinan re bicivin’   Canselê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên gund û navçeyan û wiha axivî: “Li gundan gelek jinên temen mezin hene û ew gava ji aliyê mêran ve rastî tundîyê hatin nikarin vebêjin an jî cihekê ku serî lê bidin tune ye. Nebûna hişmendiya zayendiya civakî nebûna hişmendiya jinê ye. Dibe ku qanûnan bi hêjmara 6284 li ser kaxizê qanûnek bê qisûr be, lê di pratîkê de divê ji bo hemû beşên civakê bibe deng. Heke jinekê ku bi tundiyê re rûbirû ma û nekaribe serî li saziyên dewletê bide û piştgiriyê bibîne wê demê li wê derê hişmendiya ji bo jinê qels e.  Ne di meqamên edlî ne jî di hêzên ewlehiyê de hişmendiya jinê heye. Wekî ku heke qanûna 6284 bisepînin li dijî welat sûcekî dikin tê hesibandin.  Lewra bi israrî qanûnên ji bo jinan nasepînin. An jî Meqamên edlî gava jinekê bi tundiyê  rûbirû tê müdahale nake û ji demê re dihêle. Ji bo ku daxwazên me yên dûrkirinê werin bicîhanîn em israr dikin.  Pêkanîna van tiştan li navendan zehemt e.  Lê li gundan zehmettir e. Lewra li gorî min divê aktîvistên jin û jinên li saziyên wan gund bi gund bigerin û li rewşa jinan bipirsin. Ev xebat divê ne bi xebatên ji bo hilbijartinê tenê bên kirin. Dîsa em wek parêzêr divê zêdeitr bikaribin xwe bigihênin jinan û serlêdanên wan bigirin.”