Karîane Westreheîm: Di dîrokê de kurd wek piyon danîn holê 2023-07-22 09:05:42     Melek Avci   ENQERE - Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya YE Prof. Dr. Karîane Westrheîm da zanîn ku Tirkiye çekên kîmyewî jî tê de her cureyê hêza siyasî û leşkerî li hember Kurdan bi kar tîne û got: “Der barê çekên kîmyewî de gelek belge û zanîn hene lê îradeya siyasî ya bikeve tevgerê qels e. Ji Peymana Lozanê ya 1923’yan heta  serlêdana endamtiya NATO’yê ya 2023’yan seranserê dîrokê Kurd wek piyon hatin bikaranîn. Bi dehan carî ji bo mijarên siyasî kirin qurban.”   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Zap, Metîna û Avaşînê ku ji 17’ê Nîsana 2022’yan de hatine destpêkirin didomin. Di êrîşan de çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn bandorek mezin li ser mirov û ekolojiyê dike. Der barê mijarê de tevî ku bangên tên kirin û dîmenan, ji aliyê PDK û Tirkiyeyê ve lêkolînkirin tê astengkirin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) jî bi îmhakirina madeyên kîmyewî pesnê xwe dide lê êrîşên Tirkiyeyê jî tenê temaşe dike.   Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya YE (EUDCC) û ji Zanîngeha Bergen Prof. Dr. Karîane Westrheîm bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê, bêdengiya rayagiştî û rewşa PDK’ê ya ku lêkolînan asteng dike nirxand.   *Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Zap, Metîna, Avaşîn û Kurdistanê didomin. Gelek dîmen derketin holê. Hûn van belgeyan çawa dinirxînin?   Min gelek belge, wêne û vîdeoyên ku madeyê kîmyewî bandorek çawa li ser gerîla, sivîlan û ekolojiyê dikin dîtin. Tevî gelek raporên ji aliyê Kurdan û pisporên navneteweyî ve hatine kirin jî mijar hîna wisa dipê. Gelek civakên cîhanê bêdeng dimînin û tenê şîroveyên şermezarkirinê dikin. Gelek kes, her tiştî dizane; OPCW, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê. Lê îradeyek siyasî ya ku bikeve tevgerê tune ye.     *OPCW û NY’ê heta niha şandina ekîban a ji bo lêkolînkirinê red kir. OPCW'ê daxuyaniya ‘em îdiayan dişopînin’ kir. OPCW nakeve nava tevgerê, hûn vê çawa dinirxînin?   OPCW ji ber dizane ku Tirkiye her cureyê çekan bi kar tîne, îdia dike ku rewşê ‘dişopîne’. Li gorî min ev jî îdiayek hatiye mezinkirinê ye ji ber ev çavdêriyên wisa, wê xerabiyên Tirkiyeyê yên di vê qadê de derxin holê. Di destê Tirkiyeyê de hinceta herî baş a ku xwe li pişt OPCW'ê veşêre heye. Ji bo şert û mercên bikaranîna çekên kîmyewî ya welatekî bê lêpirsînkirin divê ji aliyê dewleta endam ve îdia bê kirin. Ji ber vê jî ji Tirkiye yan jî Iraqê hatina serlêdanekê ne pêkan e. Lê saziyek cîhanê ya navneteweyî ya wek NY’ê serlêdanê nake û mirov vê fêm nakin.   *OPCW'ê da zanîn ku stoka çekên kîmyewî ya dawî ya DYA’yê ragihandiye îmha kirine û ji 1997’an heta niha gelek çekên kîmyewî îmha kirine. Ligel van îdiayên der barê Tirkiyeyê de lêkolînê nake. Hûn vê nakokiyê çawa dinirxînin?   Ji Sibata 2021’ê ya li herêma Garê heta niha dewleta tirk bi çekên kîmyewî û wesayîtên hewayê yên bê mirov êrîş dike. Lê piştî demekê di 7’ê Hezîrana 2023’yan de OPCW'ê daxuyaniyek da û îdia kir ku stokên çekên kîmyewî yên dewletên endam ragihandine îmha kirine. Lê dewleta endam Tirkiye hîna li hember Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne. Tevî OPCW bi durûtiya Tirkiyeyê dizane, çîroka heybeta Tirkiyeyê vedibêje.   *Saziyên navneteweyî yên wek NATO, NY, rêxistinê şopandina mafê mirovan çima li dijî sûcên şer ên li dijî gelê sîvîl bêdeng in?   Li Rojhilata Navîn Kurd di alî aştî û demokrasiyê de xwedî rolek mezin in. Her çiqas Kurd vê rolê temsîl bikin jî pirsgirêka Kurd ne di rojeva siyasî ya cîhanê de ye. Saziyên navneteweyî yên wekî NATO, Neteweyên Yekbûyî pişta xwe didin mijarê. Lêkolînan nakin. Gelê sîvîl, Kurdan dikin qurban. Gund tên tunekirin. Sewal dimirin. Lê xema kesî nîne. Êrîşê Mexmûrê dikin kes deng nake. Kes nagihêje alîkariya sîvîlan.    *PDK’ê nehişt heyeta Ewropayê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînê bike. Gelo wê kî yê gel ji sûcên şer biparêze?   Tirkiye pêşî li lêkolînan digire û nahêle lêkolîn bên kirin. Jan Van Aken ku rapora 2022’yan amade kir, diyar kir, nehiştine biçin cihê ku tê îdiakirin êrîş lê pêk hatiye. Li şûna rastî derkevin holê û piştgirî ji bo daneyên rast bên dayîn, xwe spartin tiştên ne zelal. Belge, vîdeo hebûn. Di encama van belge û vîdeoyan de diyar bû ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Ev helwestek trajîk e. Gelo wê kurd rewşa xwe û doza xwe çawa pêşkêş bikin? Parastina statu û venasîna navneteweyî tunebe wê çawa bên temsîlkirin. Em herî kêm behsa serjimareke 50 mîlyonî dikin.   *Di çareseriya pirsgirêka Kurd de li gorî we pêşketinek heye?   Na, heta niha merciyê tirk der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de tu tiştek nekiriye. Berovajî vê girantir kirine. Tirkiye ji bo êrîşê Kurdan, bike her tiştî dike ji bo Kurdan tune bike hemû kanalên siyasî bi kar tîne. Ji Peymana Lozanê ya 1923’yan heta serlêdana endamtiya NATO’yê ya 2023’yan seranserê dîroka Kurd wek piyon hatin bikaranîn.  Bi dehan carî ji bo mijarên siyasî kirin qurban.   *Li gorî we mekanîzmayên têkoşîna li dijî sûcên şer ên saziyên navneteweyî têr dikin? Pêşniyarên we yên çareseriyê çi ne?   Mekanîzmayên têkoşîna li dijî sûcên şer pir qels in. Dema Tirkiye hem li Sûriye, hem li Iraqê û hem jî di nav sînorê xwe de êrîşê Kurdan dike, civaka navneteweyî, dewletên Ewropayê, NATO, rêxistinên mezin û DYA destûr didin û çavên xwe digirin. Lê sazî, dezge, partî û şexsên li seranserê cîhanê ji bo Kurdan têdikoşin divê neyên jibîrkirin. Ev hêvî û ronahî ye. Wê serkeftin pêk bê.